Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!

img
ERZÎNGAN - Sedat Cezayîrlîoglu dema li Îlîçê siyanûr tevî Çemê Firatê dibû dîmenên wê kişandibû. Cezayîrlîoglu, diyar kir ku ji zêr zêdetir mijara esasî madenên stratejîk ên toryum, tîtanyum, osmiyum û selenyum in û wiha got: “Heke ev projeye neyê sekinandin, dê li tevahiya Tirkiyeyê penceşîr belav bibe. Ev proje, ji tesîsa nukleerî talûketir e.” 
 
Madenê Zêr ê Çoplerê yê li gundê Çopler ê navçeya Îlîç a Erzînganê, di sala 2001’an de dest bi xebatên sondajê kirin û li madenê zêr geriya. Ji sala 2011’an heta niha Kargeha Anagold ên bi şirîkatiya Kanada û Çalik Holdîngê hatiye avakirin li herêmê xebatên xwe dikin. Di encama van xebatan de madeyên ku siyanûr û asîta sulfurîkê belav din li herêmê berbelav bûn û texrîbateke mezin da ekolojiya herêmê.
 
Parastvanên mafan ev bi sala ye li dijî texrîbata li herêmê tê kirin têdikoşin lê belê heta niha jî kesekî guh neda vê têkoşîna wan. Piştî ku siyanûr tevî ava çem bûyî, îcar hêdî hêdî bertek pêş ketin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di demên berê de ji bo xebatên li vê herêmê biryara erênî ya Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) dabû. Piştî ku bertekên raya giştî zêde bûyîn jî Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê ji bo demekî xebatên kargehê dan sekinandin. 
 
'39 CUREYÊN KÎMYEWÎ TÊN BIKARANÎN’
 
Welatiyê bi navê Sedat Cezayîrlîoglu ku li gundê Çoplerê dijî û bi sala ye li dijî xebatên madenan ên li herêmê têdikoşe û bi kişandina dîmenên siyanûrê yên dema tevî Çemê Firatê dibin bûbû rojev, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
Sedat Cezayîrlîoglu da zanîn ku Kargeha Anagoldê di sala 2001’an de li gundê Çoplerê dest bi xebatên sondajê kir û wiha got: “Di sala 2011’an de jî dest bi hilberînê kirin. Ji sedî 80’î kargehên li vê derê yên DYA û Kanadayê ne û ji sedî 20 jî Koma Çalikê ye. Ji bo mezinkirina kapasîteya madenê, di sala 2021’an de ketin nava hewldanan. Bi vê yekê re ev maden li Ewropayê yekemîn û li cîhanê jî sêyemîn mezintirîn qada madenê ye. Di mijara cureyên kîmyewî yên tên bikaranîn de jî li cîhanê mînaka wê tune ye. Di serî de siyanûr û asîta sulfurîk, 39 cureyên kîmyewî tên bikaranîn. Li gorî hejmarên fermî, salane li vê derê 122 tonên sulfurîkê tên derxistin.” 
 
'JI TESÎSEKE NUKLEERÊ YA QAÇAX HÎN TALÛKETIR E’ 
 
Cezayîrlîoglu da zanîn ku Zanîngeha Teknîkê ya Stenboê (ÎTU), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Komeleya Toraks a Tirk beriya niha derheqê mijarê de rapor amade kiribûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî rapora zanistî ya Toraksê, mînakeke din a vê derê tune ye. Di raporê de hat gotin ku beravêtî divê di tankên girtî de bin û bi sedan mîtroyan li binê erdê bên veşartin. Li gorî raporên zanistî; ev proje ji tesîseke nukleerî ya qaçax hîn talûketir e. Di wê rapora zanistî de tê gotin ku heke ev projeye neyê sekinandin, dê li tevahiya Tirkiyeyê teqîneke penceşêrê çêbibe. Her wiha gelek zarok dema ji dayik dibin dê bi lebatên kêm bibin.” 
 
‘ARMANC SELENYUM E'
 
Bi domdarî Cezayîrlîoglu daxuyand ku bendava asîtê jî li ser xeta fayê hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Heke erdhejek çêbibe, dê çandiniya Tirkiyeyê bi tevahî xelas bibe. Koma Çalikê, kargeha CEO’yê kargeha ku Berat Albayrak berê şirîkê wê bû ye. Mijara esasî ne zêr an jî zîv û sifir e. Mijara esasî madenên stratejîk anku toryum, tîtanyum, osmiyum û selenyum in. Weke mînak; grameke selenyûmê derdora 10 hezar û 500 dolaran tê firotin. Ev madene di motorên balafirên jetê de, di santralên nukleerî û di dermanên penceşêrê de tê bikaranîn. Anku di esasê xwe de diziya mezin li vir tê kirin.”
 
‘350 MÎTROYAN DÛR Î ÇEMÊ FİRATÊ YE’
 
Di berdewamê de Cezayîrlîoglu qada lêgerîna madenê 350 mîtroyan dûrî Çemê Firatê ye û ev tişt anî ziman: “Hawîzên biçûk ên bermahiyan çêkirin. Tiştên ku ji van hawîzên bermahiyan dirijin jî tevî Çemê Firatê û Bendavê dibin. Piştî ku kargehê biryara mezinkirina kapasîteyê da, dê qada lêgerîna madenê ji du navçeyên Dêrsimê heta navçeya Egîn a Erzînganê û navçeya Dîvrîgî ya Sêwazê berfireh bibe. Min ji ber têkelbûna siyanûrê ya Çemê Firatê giliyê sûc kir. Li ser vê yekê dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin û cendirme hatin cihê bûyerê. Di girteka fermî ya cendirmeyan de hat diyarkirin ku 32 tonên siyanûrê tevî avê bûne. 60 mîtroyan li jêr jî rûbarê gundê Sabirli heye. Ava wî gundî 350 mîtroyan piştre tevî ava Çemê Firatê dibe. Heke wiha bidome dê Tirkiye sûcekî navneteweyî bike. Ji ber ku Çemê Firatê bendavên Keban, Ataturk, Bîlecîk û Karkamişê xweyî dike. Deşta Heranê xweyî dike. Ji wir jî diçe Sûriye û Iraqê. Bi Dîcleyê re dibin yek û diherikin Kendava Basrayê. Sûriye û Iraq dê sibe dusibe ji ber vê derê dozê li Tirkiyeyê vekin.” 
 
'JI BO KU BERTEK VEMIRIN HATE SEKINANDIN’
 
Derheqê biryara sekinandina xebatan jî Cezayîrlîoglu ev tişt destnîşan kir: “Piştî bertekên hatine nîşandan ev biryar dan. Ji bo ku bertekên heyî zêde nebin cezayekî bi qasî 16 milyon û 400 TL’an dan. Ne 16 milyon TL’an lê 16 katrilyon dolaran ceza bidin jî dê nekarin ziyana hatiye dayîn pêşwazî bikin. Dê di rojên pêş de bandora wê bibînin bê ka tevlibûna wê ya ava Firatê tiştekî çawa ye. Divê ev dever di zûtirin demê de û bi tevahî bê girtin. Projeyeke wisa ye ku dê qedera tevahiya Tirkiyeyê biguherîne. Bila nekevin rehetiya ‘hate sekinandin.’Ji xwe bi awayekî demkî sekinandine. Herêm veguherandine Çernobîlê. Saziyên peywirdar nikarin biryarên serbixwe bidin. Li pişt vî karê hêzên mezin hene. Mînak; Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê demek berê got; ‘Li gorî demsalê diguhere û rûbarekî ziwa ye.’ Li ser vê yekê ez çûm cem Serokê CHP’ê yê bajêr û min jê re got ku rûbar ziwa nîne û 350 mîtroyan piştre têkilî Çemê Firatê dibe. Min bi belge û dîmenan ev piştrast kir. Wezaret sûc dike û delîlan tune dike. Heke ew vê bikin baş e dê baweriya me bi kê were. Walîtî jî heman tiştan dibêje. Heke ev projeye neyê sekinandin, dê li Tirkiyeyê penceşêr pir belav bibe. Heke bê sekinandin, dê gelek madenên li seranserî welêt jî bên sekinandin.” 
 
MA/Mujdat Can