Ekolojîstên herêmê: Werin em bi hev re bibin nefesa Şirnexê

img

ŞIRNEX - Hawirparêzan bertek nîşanî birîna daran û talankirina xwezaya Şirnexê dan û gotin ku divê li dijî qirkirina xwezayê bertek bên nîşandan û wiha gotin: “Heke birîna daran wiha bidome dê li herêmê qadên jiyanê nemînin. Werin em bi hevre bibin nefesa Şirnexê.” 

Zêdetirî du sal in li çiyayên Cûdî, Bagok û herêma Besta ya Şirnexê bi destê cerdevanan û bi piştevaniya leşkeran dar tên birîn û hêj jî tên birîn. Di çarçoveya vê qirkirina daran de li herêmên Cinîwer, Xerbige, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsor ên Bestayê rojane bi sedan dar tên birîn û ev dar li derveyî bajar tên firotin. Li herêmê dar di bin navê “ewlehiyê” de tên birîn û herêm bênefes tê hiştin. Hawirparêzên ji Stenbol, Mêrdîn û Amedê bertek nîşanî talankirina darên herêmê dan û gotin ku di mijara parastina xwezayê de durûtî tê kirin. 
 
Ji Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Îbrahîm Hakki Eren ku ji Stenbolê hatiye Şirnexê diyar kir ku li herêmê birîna daran bûye yek ji polîtîkayên şerê taybet û wiha got: “Li welatên kolanyalîst ên mîna me, sermaye û talankirina xwezayê pir rehet e. Ev komkujî û talankirin bi giştî li herêma Kurdistanê tê kirin. Li gorî daneyên baroyê, ji sedî 8 a daristana Şirnexê di nava 6 mehan de hatiye tunekirin. Ev rêjeyeke gelek mezin e. Ev yek êdî ji rantê derketiye û weke polîtîkaya şerê taybet derdikeve pêşiya me. Divê ev rastî pir bi aşkerayî bê gotin.”
 
‘QIRKIRINEKE MEZIN HEYE Û DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BIKE’
 
Bi domdarî Eren da zanîn ku di salên 90’î de di bin navê çirçirkan de tiştên kîmyewî diavêtin herêmê û hewl didan jiyanê tune bikin. Eren, wiha pê de çû: “Helbet ev polîtîka bi ser neket. Dem bi dem bi taybetî di mehên havînê de di encama operasyonan de şewatên daristanan derketin. Li Şirnexê jî qirkirineke mezin a daristanê heye. Dixwazin bi birîna daran re gel koçber bikin û jiyanê li herêmê xelas bikin. Anku êrişeke li ser jiyana gel heye. Divê ji bo parastina xwezayê her kes xwe berpirsyar bibîne û bi bertekên xwe nehêlin jiyan li vir tune bibe.” 
 
‘TENÊ HEKE TU DARAN BIBIRÎ DIKARÎ BIKEVÎ VAN HERÊMAN’
 
Têkildarî mijarê ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya Amedê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ku berteka li dijî talankirina xwezayê erka her kesî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi vê zilma li xwezayê tê kirin, diêşin. Lê bertekên pêwîst nayên nîşandan. Divê gel bertek nîşan bide vê qirkirinê qebûl neke. Yên vê qirkirinê dikin bi her awayî nîşan didin ku dijminatiyê dikin. Ev sed sal in nîjadperest her tiştekî herêmên kurdan qir dikin. Ev nîjadperestî gihiştiye astekî wisa ku daran qir dikin. Darên kurdan jî bo xwe weke dijmin dibînin. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dikin lê sedem ev nîne. Gel nikare biçe van herêman lê ji bo darbirînê destûr heye.”
 
‘HAWIRPARÊZÊN TIRKIYEYÊ BÊDENG IN’
 
Di berdewamê de Bîlgîç destnîşan kir ku dewlet qirkirina heyî bi hestên nîjadperest dike lewma haya raya giştî ya Tirkiyeyê ji vê qirkirinê nîne û wiha derbirî: “Çima haya wan jê nîne? Ji ber ku komên hawirparêz ên Tirkiyeyê bala xwe nadin ser vê mijarê. Derheqê vê mijarê de raya giştî agahdar nakin. Guh didin daxuyaniyên dewletê ku dibêjin li vir tiştek tune ye. Lewma bertekên cidî dernakevin. Di salên 90’î de bi valakirina gundan xwestin herêmê tune bikin lê nebû. Niha jî hewl didin qadên jiyanê tune bikin. Ne tenê mirovan, pergala ekolojiyê tune dikin. Ji vê qirkirinê hemû cîhan bandor dibe. Divê xwezaparêz çavên xwe li vê qirkirinê negirin. Bêdengî piştgirîdayîn e. Hinek kom di nava hewldanan de ne lê ev bes nake. Divê ku ev komên ekolojîst xwe bigihînin hemû kesan. Ji vê qirkirinê ne tenê mirov, hemû zindî bandor dibin.” 
 
‘BIBÎN NEFESA ŞIRNEXÊ’ 
 
Ji saziya Yekitiya Ekolojiyê ya Mêrdînê Yekta Zankirkit jî bertek nîşanî talana heyî da û ev tişt anî ziman: “Em vê wêran û talanê qebûl nakin. Sedem çi bibe bila bibe ev qirkirin nayê qebûlkirin. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ daran dibirin. Lê em dizanin ku sedem ew nîne. Li Tirkiyeyê jî li Kurdistanê jî xweza her xweza ye. Birîna daran dê bandoreke gelek neyînî li herêmê bike. Lewma ji bo pêşîlêgirtina vê çi ji destê me were divê em bikin û dakevin qadan. Dengê ji bo xwezaya Tirkiyeyê derdikeve ji bo vê derê dernakeve. Di parastina xwezayê de durûtî heye. Çi dibe bila bibe hewceye em vê qirkirinê bidin sekinandin. Werin em bi hevre bibin nefesa Şirnexê û pêşî li birîna daran bigirin.”
 
MA / Zeynep Dûrgût