‘HES’a li Perwariyê dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê’

img
 
SÊRT - Aktîvîstê ekolojiyê Huseyîn Akîl bertek nîşanî hewldana çêkirina HES’ê ya li ser Rûbarê Bahçesaray ê li Perwariyê û wiha got: “Ji sedî 77’ê herêmê daristan e. HES’a ku li Perwariyê tê çêkirin dê ziyaneke mezin bigihîne herêmê.” 
 
Bi çêkirina Santrala Hîdroelektrîk (HES) û Regûlatora A li ser Rûbarê Baheçesaray ê li Perwarî ya Sêrtê re dê rê li ber qirkirina xwezayê jî were vekirin. Bi vê projeya behsa xeberê ya bi bihayê 136,5 milyon TL’an re dê qenala veguhêzînê, tûnela veguhêzînê, hawîza barkirinê, boriya cebrî û avahiya santralê bê çêkirin. 
 
Huseyîn Akîl
 
JI SEDÎ 77 DARISTAN E
 
Gelempariya herêma ku tê payîn projeya Regûlatora A ya Perwarî û HES’ê lê bikeve meriyetê, daristan e. Ji bo projeyê bi giştî dê qadeke bi qasî 283.019,80 m2 bê îstîmlaqkirin û ji vê qadê ji sedî 22,76 zevî ne û ji sedî 77,24 jî ji erdên daristanê pêk tê. 
 
Ekolojîst Huseyîn Akîl da zanîn ku bi çêkirina Bendava Ilisuyê re xwezaya Sêrtê hat qetilkirin û ev qirkirin niha jî bi projeya HES’ê tê domandin. 
 
‘DESTHILATDARIYÊ LI DIJÎ XWEZAYÊ ŞER DAYE DESTPÊKIRIN’ 
 
Huseyîn Akîl, diyar kir ku niha bi desthilatdariyeke li dijî xwezayê şer daye destpêkirin re rû bi rû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xakê heta daristanan, ji çandiniyê heta her qadên jiyanê, her tiştekî tune dikin. Kargehên cemawerî, taybet û enerjiyê roj bi roj êrişên xwe yên li ser mafê jiyanê yên hemû zindiyan didomînin. Kargehên maden û enerjiyê derdikevin qadên ruxsetkirî û ziyanên jêveneger didin xwezayê. Bêyî sedemek erdên gundiyan didin kargehan. Erdên ku li ber herêmên razemeniyê yên kargehên maden û enerjiyê dikevin, qadên çandiniyê bêyî ku ‘cemawerî jê sûd bigire’ tên îstîmlaqkirin û pêşkeşî kargehan tên kirin. Qadên sîtê, zozan û mêrgên li herêmê li ber rant û talanê tên vekirin.” 
 
‘POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ’
 
Akîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Talankirina xwezaya herêmê di çarçoveya polîtîkaya ewlekariyê de tê kirin. Şewatên daristanan û birîna daran di vê çarçoveyê de tê kirin. Sedema çêkirina ewqas bendavên li herêmê jî ev e. Li gel Bendav- HES a Çetîn ku li ser Çemê Botanê yê Perwariyê hatiye kirin û Bendav- HES a Alkumruyê yên pir mezin, bi giştî 5 HES hatine çêkirin. Û dixwazin hêj bêhtir çêbikin. Gelemperiya xwezaya Sêrtê hatiye talankirin. Bi dehan bendav û HES li herêmê hatin çêkirin. Çemê Botanê çavkaniya jiyanê ya Sêrtê bû lê tune kirin. Bi çêkirina bendavên din re jî dora Sêrtê hate girtin û sînorên wê yên xwezayî hatin tunekirin. Weke ku bendav û HES bes nekin, îcar ocaxên kevir û madenan ên bêkontrol hatine vekirin û xebatên lêgerînê tên kirin. Li gel qirkirina ekolojîk, her wia qirkirina çandî û dîrokî jî tê kirin. Bi hezaran zeviyên çandiniyê tune kirin, bi hezaran kes ji warên xwe bûn. Neçarî bajarên mezin hatin kirin û li wir jî asîmîle bûn. Qadên xwedî dîrokeke bi hezaran salan tune kirin. Ev polîtîka hêj bedewam dike.” 
 
MA / Fethî Balaman