TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne

img
AMED - Lijneya Koordînasyona Bajar a TMMOB a Amedê bertek nîşanî projeya ku dê 10 hektarên daristana Zanîngeha Dîcleyê tune bike da û got: “Ev bajar bêxwedî nîne.” 
 
Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) a Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê têkildarî 157 hektarên erd a Zanîngehê Dîcleyê ku bi erêkirina Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ji ciwarbûnê re hatiye vekirin, daxuyanî da. Daxuyanî li Odeya Endezyaran hat dayîn û pankarta “Ev bajar bêxwedî nîne” hat vekirin. Hevseroka Şaxa Odeya Plangêrên Bajar (ŞPO) Berîvan Guneş axivî û bang li rayedaran kir ku dev ji avakirina tehekûma li ser xwezayê û polîtîkayên talan û rantê berdin. 
 
'BERHEMA KÎJAN AQILÎ YE?’
 
Guneş, diyar kir ku bajêr bi destê saziyên cemaweriyê pêşkeşî sermayeyê tê kirin û bertek nîşanî biryara erêkirinê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê da ku qada daristanê ya Zanîngeha Dîcleyê ji cihûwarbûnê re vedike. Guneş, wiha domand: “Wezareta ku piştî talana li Sûrê ya di bin navê ‘veguherîna bajar’ de gelê navçeyê ji cih û warên wan kirin bandora xwe ya li bajêr zêde kir,  niha jî hewl dide vê qada daristanê ji cihûwarbûnê re veke. Bi polîtîkayên qeyûm jixwe her devera bajêr bûye beton û niha jî çavê xwe berdane vê qada daristanê. Em, biryara ji bo vê herêmê raste rast weke qirkirina ekolojîk pênase dikin. Her çend ku bikeve ber qada saziyekê jî, tu rayedarên saziyan nikarin wesfa wê qadê ya şînkatiyê biguherîne û rayeyeke wan a wisa jî tune ye. Em dipirsin, ev proje berhema kîjan aqilî ye?”
 
Guneş, da zanîn ku Şaxa Odeya Plangêrên Bajar a Amedê têkildarî planê doz vekiriye û wiha bi dawî kir: “Lê ev doz hat redkirin. Di îtîrazê de hat gotin ku bi vê projeyê re dê hevsengiya ekolojiyê bê xerakirin û rê li ber texrîbatên mezin bê vekirin. Em vê qirkirina xwezayê ya ku bi hesta çavbirçîtî û rantê tê kirin, dê bi tu awayî qebûl nekin. Ev bajar bêxwedî nîne. Em ê dev ji teşhîrkirina van sepanan û têkoşîna li dijî talankirina xwezayê bernedin. Banga me ji bo her kesî ew e ku piştgiriyê bidin vê têkoşînê. Her wiha banga me ji bo rayedaran jî ew e ku dev ji tehekûma xwe ya li ser xwezayê û polîtîkayên talan û rantê berdin.”