'Şer ekolojiyê talan dike’

img
ÎZMÎR - Rêxistinên ekolojiye li dijî êrişên ser Rojava daxuyanî dan û gotin: “Şer herî zêde talankirina ekolojîk pêk tîne.” 
 
Rêxistinên Ekolojiyê daxuyaniyeke nivîskî dan û bertek nîşanî êrişa hewayî ya Tirkiyeyê ya li dijî rojavayê Kurdistanê dan. Gelek saziyên ekolojiyê piştgirî dan daxuyaniya bi sernavê "Şer hilweşandina ekolojîk a herî mezin e" hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel tesbît û nakokiyên ku piştî êrişa bombeyî ya li Taksîma Stenbolê derketibûn holê jî dewlet rastiyan berovajî dike. 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îktidar di her pêvajoya têkçûnê de bi polîtîkayên şer bombeyan bi ser gelan de dibarîne û wiha hat gotin: “Em êrişên li dijî Rojava qebûl nakin. Îktidar dixwaze ser sûcên xwe jî veşêre. Em wek rêxistinên ekolojiye dibêjin şer talankirina herî mezin a şer e. Em wek parêzvanên mafên xwezayê û jiyanê bi wêrekî heqîqetê û aştiyê diparêzin.” 
 
SAZIYÊN DIJ ŞER DERKETIN
 
Saziyên li dijî şer derketin wiha ne: Anarka, ArÇeP, Platforma Hawirdorê Artur, Platforma Hawirdorê ya Bakirtepe, Kolektîfa Avê ya Bûrsayê, Odeya Endezyarên Hawirdorê, Buroya Şêwirmendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Enqere, Zarokên Xwezayê, Yekîtiya Ekolojiyê, Komeleya Ekolojiyê (Amed), Ekoloji, GEYDER Gökov Polîtîka. Komeleya Jiyanê, Komeleya Jiyana Ekolojîk a Gokova, Rêveberên HDK'ê yên Enqereyê, Meclîsa Ekolojiyê ya HDK Çanakkale, Meclîsa Ekolojiyê ya HDK'ê, Hevgirtina Edaleta Avhewayê, Înîsiyatîfa Piştevaniya Karakoçanê, Komeleya Parastina Mîrateyên Xwezayî û Çandî yên Kazdagları, Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Desteya Ekolojiyê ya Mûnzûrê, Kolektîfa Ekolojiyê ya Polenê, Komîsyona Ekolojiyê ya SYKP, Piştevaniya Tarlabaşi, TOM, Van ÇevDer, Rêwiyên Jiyan û Piştevaniyê, Foruma Nû Foça, Kolektîfa Ekolojiya Erdê, Ekolojiya Berxwedana Kesk, Rojnameya Ekolojî ya Berxwedana Kesk û Jiyan, Platforma Ekolojiyê ya Zîlan.