ÎZMÎR - Şîrketên ku li Akbelen û Çiyayên Kazê bi dehhezaran dar birîn, heta niha li dehan deverên Tirkiye û Kurdistanê bûn sedema talana ekolojiyê.
Şîrketên ku ji bo li Daristana Akbelenê ya li navçeya Mîlas a Muglayê kana komirê vekin û li Çiyayên Kazê jî madena zêr vekin bi dehhezaran dar birîn, li dehan deverên Tirkiye û Kurdistanê bûn sedema talana ekolojiyê. Hevkariya Lîmak-ÎÇTAŞ’ê ya ku li Akbelenê daran dibire, Cengîz Holdîng a ku Newala Îşkencedere ya Rîzeyê tune kir û niha jî ji bo madena zêr li Çiyayên Kazê daran dibire, şîrketên Kolîn û Kalyon ên bi hev re balafirgeha 3’yemîn û pira 3’yemîn çêdikin, serkêşên vê talana ekolojiyê ne Li gel van, her wiha şîrketên MNG, Mapa û Agaoglû jî li Tirkiye û Kurdistanê serkêşên rûxandina ekolojiya li Kurdistan û Tirkiyeyê ne.
Ev şîrketên ku di qadên maden, enerjî û înşaetê de xebatan dimeşînin, ji bo tunekirina qadên jiyanê yên gel jî tişta ji destê wan hatî kirin. Yek ji taybetiya hevpar a van şîrketan jî ew e ku gelek caran ji efûyên bo deynên bacê tên sûd digirin û îhaleyên bi qezencên mezin digirin. Ji bo KDV û OTV’ê zem tê kirin, ji bo MTV’ê du caran zem hate kirin lê ji bo van şîrketan biryara efûya bacê hate dayîn.
CENGÎZ: TALANA MADENÊ
Di nava van şîrketan ya herî zêde balê dikişîne Cengîz Holdîng e. Ji ber xebatên xwe yên înşaet û madenvaniyê heta niha rê li ber gelek talanan vekir. Di salên destpêkê yên îktîdara AKP’ê di sala 2004’an de îhaleya xwemalîkirina du madenên Etî Bakirê wergirt, di sala 2007’an de du madenên din jî wergirt û di qada madenvaniyê de dest bi rûxandinê kir. Tenê ji bo Balafirgeha Stenbolê li Daristanên Kuzeyê 13 milyon dar hatin birîn. Ji bo li Îyîdere ya Rîzeyê behrê tije bikin, Newala Îşkencedere ya li hemû cîhanê bi nav û deng a li Îkîzdereyê bi kana keviran tune kir. Ev talane ne talana ewil a Cengîz Holdîngê ya li herêmê ye. Di heman demê de gundê Hapaçît ê li navçeya Pazarê jî bi kanên keviran tune kir. Cengîz Holdîng a ku her du talan bi hev re kir, li Karabîga ya Çanakkaleyê jî tevî biryara dadgehê jî li qadên zeytûngehan û qadên arkeolojîk santrala termîkê ava kir. Cengîz Holdîng a ku Cerattepe ya Artvînê tune kir, îcar ji bo heman tiştî li Çiyayên Kazê bike kete nava liv û tevgerê. Li hêla din; ji bo li devereke hezar û 678 hezar metrekare ya Kendavika Cennetê ya li Taxa Golkoy a li navçeya Bodrum a Mûglayê tesîseke turîstan û rezîdansê ava bike jî dest bi xebatan kir.
LÎMAK: HES, JES, TERMÎK, MADEN
Lîmak a li Mîlasê Daristana Akbelenê talan kir jî hema hema li her devera Tirkiye û Kurdistanê derdikeve pêşberî me. Lîmak a ku li ser çemên Firat û Dîcleyê, li ser Çemê Botanê, Çemê Munzurê û Ava Periyê santralên hîdroelektirîk û bendav ava kirin, li Aydinê Santrala Enerjiyê ya Jeotermal, li Mûglayê santrala termîk û li ser Çemê Sakaryayê 2 bendav ava kir û çavkaniyên avê talan kir. Şîrketa Lîmakê ya ji bo kanên komirê li Daristana Akbelenê daran dibire, li bendê ye ku 88 hezar donimên çandiniyê û 122 hezar donimên daristan û zeytûngehan ên li qada projeyê jî talan bike. Di heman demê de Lîmak a ku gelek îhaleyên înşaetê jî girtiye, li Daristanên Kuzeyê jî bi awayekî qaçax hotêl çêkir û bêyî ku bibêje erdê daristan û çandiniyê ye, her deverê talan dike.
KALYON-KOLÎN: TALANA ENERJIYÊ
Şîrketa Kalyonê yek ji şirîkên Balafirgeha Stenbolê ye û gelemperî jî di sektorên înşaet û enerjiyê de derdikeve pêş. Kalyon a ku yek ji şîrketên herî zêde ji dewletê îhaleyan digire ye, li bajarên weke Ordu, Gîresûn û Gumuşhaneyê HES ava kir. Kalyon a ku talana xwe ya înşaetê didomîne, ji bo Otorêya Maramara ya Bakur jî bi milyonan dar birî. Di heman demê de ji van şirîkan Kolîn Holdîngê jî li Edîrneyê kana komirê li çêrgehê vekir, li Soma ya Manîsayê li cihê zeytûngehan santrala termîk ava kir û di nava gelek talanan de cih girt. Vê şîrketa behsa xeberê ji Meletiyê heta Gumuşhaneyê, ji Antalyayê heta Stenbolê, hema hema li her çar aliyên welêt bendav di talanên HES, otorê û santralên termîkê de cih girt. Talana herî mezin a şîrketê jî projeya “Yeşîl Yol (Rêya Kesk)” e ku bi Cengîz Înşaetê re şirîk bûn û zozanên 8 bajarên Behra Reş li ber talanê vekirin. Gelemperiya îhelayên ji bo vê projeyê hatine dayîn jî van her du fîrmayan girtin û zozan yek bi yek hatin talankirin.
AGAOGLÛ, MNG Û YÊN DIN
Li gel van fîrmayan, her wiha fîrmayên weke Agaoglû, Makyol û MNG'ê jî di talankirina daristan, rûbar û newalan de cih girtin. Fîrmaya Agaoglû ku herî dawî çavberdaye Qada Biav a Tuzlaya Bargîlya ya Mûglayê, beriya wê piştî qada leşkerî ya li Maslakê hatî valakirin dest bi birîna daristanan kir û înşaet çêkirin. Her wiha di gelek talanên li herêmê de jî di rêza ewil de cih digire. Santralên Enerjiya Hewa yên li Seferîhîsar a Îzmîrê bûne xewnereşka xelkê herêmê ji van 8 jê Agaoglû ava kirine. Di heman demê de qadên şîn ên li Newala Dîkmen a Enqereyê jî bi înşaetên xwe tije kir. MNG’ê jî Newala Kamîletê ya li Arhavî ya Artvînê ku di bi parastinê de ye bi HES’ê tune kir.
LEŞKER Û DARAZA LI PIŞT WAN
Xelkê herêmê li dijî talana van şîrketan têkoşîneke mezin dide. Gelek talanên ji talanên behsa xeberê mezintir jî di encama van têkoşînan de hatin astengkirin. Lê belê ev şîrketên ku pişta xwe dane hêza îktîdar û leşkeriyê, li her devera diçinê, mîna efûyên bacê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatin parastin. Polîs û leşker bi ser gel de hate şandin, doz hatin vekirin, bi cezayên pereyên îdarî hewl dan gel bêzar bikin, ekolojîst her tim weke kesên “marjînal” hatin nîşandan. Lê belê gel li dijî vê talana ekolojiyê bi tu awayî paşvegav neavêt û têdikoşe.
MA / Tolga Guney