MÛGLA - Li qada daristanê ya navçeya Koycegîzê şewat derket. Komên agirkujiyê ji bo vemirandina şewatê hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve mudaxile dikin.
Li devera Karaseç a navçeya Koycegîz a Mûglayê li qada daristanê şewat derket. Sedema derketina şewatê nehat zanîn. Komên girêdayî Midûriyeta Daristanan a Mûglayê ji bo vemirandina şewatê hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve mudaxile dikin.
Li hêla din, şewata li Taxa Gondogduyê ya navçeya Gonenê ya Balikesîrê jî bi mudaxileya komên agirkujiyê di demekî kin de hate vemirandin.