Projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan hat erêkirin: Em vê biryarê qebûl nakin

Parve bike:

MÊRDÎN - Şêniyên gundê Êzidiyan Bacinê yê Midyadê bertek nîşanî hewldana projeya GES’ê dan û diyar kirin ku ev heqaretekî li baweriya Êzidiyan e û ew ê qebûl nekin.  

 
Tê plankirin ku li gundê Bacinê yê navçeya Midyadê ya Mêrdînê Santrala Enerjiya Rojê (GES) were çêkirin. Bertekên li dijî vê planê didomin. Ev gund, yek ji 8 gundên Êzidiyan ên li Midyadê ye. Gund, di salên 90’î de ji ber zextan hate valakrin û niha jî tê xwestin mêrgên wê bên tunekirin. Şêniyên gund niha dîsa vedigerin gundê xwe. Bi projeya biqasî 500 metreyan dûrî gund re dê 22 hektarên mêrgê bandor bibe. Şêniyên gund duh li dijî projeyê daxuyanî dan, bertek nîşanî biryara erêkirina projeyê ya Dadgeha Kargêrî ya Bilind dan û gotin dê destûrê nedin GES’ê. 
 
Ji şêniyên gund Romiya Agirmanê diyar kir ku divê her kes li dijî projeyê derkeve û ev tişt anî ziman: “Dibêjî qey gundê me dagir dikin. Em Êzidî ne û naxwazin xaka Êzidiyan were dagirkirin. Em ji Ewropayê ji bo dîtina gundên xwe tên, dixwazin malên xwe çêbikin. Lê heke ev projeye çêbibe ma em ê çawa vegerin? Dixwazin me dîsa koçber bikin.” 
 
Bahar Akpinarê jî diyar kir ku axa gundê wan ji bo wan ne tenê qada jiyanê ye û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin axa me wiha were bêqîmetkirin. Ji Almanyayê, Ewropayê tên serdana gundê xwe. Ev jî me gelek keyfxweş dike. Lê ev projeye keyfxweşiya me tune dike.” 
 
‘DIXWAZIN DÎSA PAŞVE BIŞÎNIN’
 
Malya Mutluyê jî got: “Em dixwazin zarokên me vegerin. Em daxwaza aştiyê dikin lê ew me dîsa paşve dişînin. Ev der mala me ye, axa me ye. Heke ev projeyê çêbibin ma em ê çawa tevî zarokên xwe vegerin? Ji bo betalkirina projeyê bila her kes hewl bide.” Şevkî Atalan jî got nêzî 5 sal in vegeriyane gund û wiha dom kir: “Tevî gundiyên xwe me biryara vegerê da. Me malên xwe çêkirin. Lê ev projeye pêşiya vê digire. Santrala dixwazin çêbikin dora 300 metreyand dûrî mala min e. Min li vir kargehek vekir. Dixwazin ciwanên me, zarokên me vegerin. Lê heke ev projeye çêbibe nebawerim vegerin.” 
 
‘HEQARETEKÎ LI DIJÎ CIVAKA ÊZIDÎ YE’
 
Ji Dîwana Bacînêyan Zekiya Agirmanê jî proje weke “heqaret” pênase kir û got: “Ev projeye, li dijî gundê me êrişek e. Em bi tu awayî qebûl nakin. Her wiha êrişeke li dijî çanda me ye. Em dixwazin çanda xwe, jiyana bav û kalên xwe zindî bihêlin. Bila vê heqaretê li me nekin.” 
 
Ji şêniyên gund Bozo Agirman jî got: “Cihê projeyê ne tenê mêrg e, her wiha ziyaret û goristana berê ye. Cihê projeyê kêleka malên me ye. Dê çawa projeyê li ser ziyaret û goristanê çêbikin? Em dixwazin vegerin ser erdê xwe û diçin serdana gorên xwe. Lê bi vê projeyê heqaretê li m dikin. Heke wijdan û mirovatiya wan hebe bila vê projeyê bidin sekinandin. Em Êzidî ne ji bo zilmê bikêşin hatine vê dinyayê. Em dixwazin bi hev re bijîn. Em dixwazin ne ji bo mirinê, ji bo bijîn vegerin vê axê. Lewma bila destên xwe ji qirika me vekin.” 
 
Endama Meclisa Jinan a Bacinê Kasem Agirman ku li Ewropayê sirgunê ye û dixwaze vegere gundê xwe jî ev tişt anî ziman: “Ez 16 salî bûm ku bi darê zorê em ji gund derxistin. 41 sal in li sirgunê me. Ev 6 sal in ji bo vegerê têdikoşin. Em jin dixwazin nifşên pêşerojê li vir bijîn. Di rewşekî wiha de em qebûl nakin li gundê me GES were çêkirin. Çi ji destê me were em ê bikin. Em ê rê nedin GES’ê. Em niha li Ewropayê ne lê heke hewce bike em ê canê xwe bidin lê nahêlin ew GES were çêkirin. Bila tu şîrket nexin serê xwe ku li gundê me GES’ê çêkin. Niha hevalên me yên li gund li ber xwe didin. Em jî dê tev li berxwedana wan bibin. Hêvîdarin şîrket paşvegavê biavêje.” 
 
MA / Haşim Abak - Emrullah Acar    
Nûçeyên Têkildar
Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye
Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye

Endezyara Zîraetê Întîzar Guzelçayê diyar kir ku Çemê Mûradê di bin gefa madena zêr û JES’ê de ye û got: “Gefeke mezin li ser tenduristiya gel heye.”

Qirkirina ekolojiyê dibe sedema zêdebûna penceşêrê
Qirkirina ekolojiyê dibe sedema zêdebûna penceşêrê

Pisporê Onkolojiya Tibbî Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku di nava salekê de 260 hezar bûyerên penceşêrê hatine tesbîtkirin û got yek ji sedema zêdebûna penceşêrê jî qirkirina ekolojiyê ye. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî got: “Siyanûr tê wateya jehrê.”

Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome
Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome

Çalakiya nobetê ya li qada projeya JES’ê ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê Gimgimê bikeve meriyetê, di roja 3’yan de didome.

Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de
Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de

Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê, diyar kir ku karesatên xwezayî ne tesadufî ne û banga bi "planên çalakiyê yên herêmî yên li ser bingeha ekolojiyê, zanistî û beşdarbûniyê" kir.

Jinên Gimgimî: Em li dijî qirkirina xwezayê di nobedê de ne
Jinên Gimgimî: Em li dijî qirkirina xwezayê di nobedê de ne

Jinên ji gundê Xwarik ê Gimgimê ku beşdarî çalakiya nobedê ya li dijî projeya JES'ê ya plankirî bûn, gotin: "Em ê têkoşîna xwe bidomînin."