MÊRDÎN - Şêniyên taxa Zeytûna ya navçeya Rişmilê diyar kirin ku tesîsa bermayiyan û çopê ya li herêma wan zirarê dide taxê.
Li Zeytûnayê, gundê navçeya Rişmil a Mêrdînê ku 700 kes lê dijîn, niştecih ji ber tesîseke bermayiyan û çopê zehmetiyan dikişînin. Bi salan e ku tax bi bêha nexweş, qirêjiya jîngehê, zêdebûna mêşan û zirara li erdên çandiniyê re rû bi rû ye. Niştecihan li dijî vê rewşê nerazîbûn nîşan dane û doza çareyekê kirin.
Halise Nas got: "Ez nexweş û extiyar im. Ez her roj diçim nexweşxaneya li Amedê. Mêvanên me êdî nayên gund. Dema ku tên, dipirsin, 'Ma hûn nikarin cîhek din ji bo jiyanê bibînin?' Dema ku em heywanên xwe serjê dikin, em naylonê di nava wan de dibînin û ew ji nexweşiyê dimirin. Daxwaza me ev e ku ev depoya çopê ddemildest bê veguhastin."
Seyfettîn Nas bal kişand ser kêmbûna kalîteya jiyanê li gund ji ber vê tesîsê û got: "Ev tesîsa bermayiyan di destpêkê de wekî qadeke ji nû ve bikaranînê hatibû damezrandin. Lê niha hemû bermayiyên bajêr tînin vir. Naylon difirin û dikevin nav zeviyên me. Ji aliyê din ve, ava ku ji bermayiyan diherike bi zeviyan re tevlihev dibe."
‘TAHMA ŞÎR Û MAST JÎ GUHERIYE'
Sedat Ay diyar kir ku ji ber vê tesîsê mafên wan ên tenduristiyê tê binpêkirin û debara wan jî zirarê dibîne. Ay got: "Çop ne tenê zirarê dide me, di heman demê de zirarê dide gundên derdorê jî. Bêhn bandorê li tenduristiya me dike; her tim enfeksiyon xwe li çavê me digire. Em ji sedî 95'ê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina heywanan dikin, lê niha em êdî nikarin vê yekê jî bikin. Heta bêhn û tama şîr û mast jî guheriye. Di navbera me û depoya çopê de kîlometreyek jî tune. Wan ew hema hema li nîvê herêmeke niştecîbûnê ava kiriye. Heywanên me her tim nexweş dikevin û dema ku em wan dibin ku bifiroşin, em neçar in ku wan bi nîvê bihayê bifiroşin."
‘KIRIN DEPOYA ÇOPÊ’
Keyayê taxê Abdulkadîr Cebecî diyar kir ku tesîs bêyî tedbîrên pêwîst tê xebitandin û got: "Em ji bêhn û mêşan pir nerihet in. Divê ew were nixumandin, lê vekirî tê hiştin. Tedbîrên têrker nayên girtin. Tevahiya herêmê ji bermayiyên plastîk û ava ku ji golan diherike êşê dikişîne. Wan ji me re got ku ev ê bibe qada veqetandinê, lê mixabin, wan ew veguherandiye depoyeke çopê."
Cebecî bilêv kir ku wan gelek caran ji bo rewşê serî li rayedaran daye û got: "Her carê dibêjin ku kêmasî dê werin sererastkirin, lê tiştek nayê kirin. Bi taybetî di dema baranê de, av ji golan diherike. Ji ber ku herêm vekirî ye, heywanên me dikevin nav wan golan. Hemû çopên ji bajar û navçeyê tînin vir. Rayedar dibêjin ku ew ê wê rakin, lê hîn jî nehatiye rakirin."
DEH GUND JI VÊ REWŞÊ BANDOR DIBIN
Siyamed Dogu, keyayê berê yê gund, diyar kir ku 10 gund ji ber vê tesîsê bi awayekî neyînî bandor bûne û got: "Me gelek caran daxwazname pêşkêş kirin û çûn walîtiyê. Em heywanana xwedî dikin û ev rewş hem zirarê dide me û hem jî heywanên me. Ava ku diherike bi kîlometreyan belav dibe. Me gelek caran gilî kiriye, lê me tu encam bi dest nexistiye."
'BER NADE'
Abdulkadir Çelebioglu got: "Erdên me bêre nadin. Em di havînê de bi xetereya şewatê re rû bi rû ne. Min gelek caran bi rayedaran re hevdîtin kir, lê me çareseriyek nedît. Nêzîkî 100 donim erdê çandiniyê li kêleka tesîs heye. Nîvê erdê min ji ber ava qirêj a ku ji wir diherike dişewite. Ez her sal bi hezaran lîre xerc dikim, lê di berdêla wê de tiştek nagirim. Ger ev berdewam bike, em ê nikaribin çandiniyê bikin. Lê dîsa jî, çavkaniya sereke ya debara xelkê li vir çandinî û xwedîkirina heywanan e."
MA / Haşim Abak