DÊRSIM - Sekreterê ÎKK'ê ya Şaxa TMMOB'ê ya Dêrsimê Ugur Beycan, diyar kir ku li Dêrsimê zêdetirî 150 xebatên madenê tên kirin û got: "Çareya me ew e ku em bi pêşengiyeke rast, xwezaya azad biparêzin."
Zirarên ku sermayeya kapîtalîst bi destê madenan dide ekolojiya Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe mezin dibe. Sermayeya ku bi daxwaza qazanca herî zêde tevdigere, bi xebatên lêgerîn û derxistina madenan li her derê erdê dikole. Di meha Çileya îsal de, Miduriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG) li 59 bajaran, li 182 qadan, bi giştî qadeke 54 hezar û 746 hektarî pêşkêşî îhaleyê kir. Di meha Sibatê de jî li 67 bajaran 485 qadên lîsansa madenê firot. Ji van 485 qadên lîsansê, 288 jê qadên mezin in, ango ji hezar hektarî mezintir in.
Li Kurdistanê ku xwezaya wê di bin xetereyeke mezin de ye, li 24 bajaran û 192 navçeyan, di sala 2025'an de 2 hezar û 207 serlêdanên Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) hatin kirin; ji bo 625 serlêdanan biryara "ÇED ne pêwîst e" hat dayîn. Dêrsim hem bi madenan hem jî bi projeyên RES, GES, JES û bendavan re rûbirûyî talanê ye. Sekreterê Lijneya Koordînasyona (ÎKK) yê Şaxa TMMOB'ê ya Dêrsimê Ugur Beycan, hem li ser rewşa Dêrsimê û hem jî li ser madenên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê dibin sedema ekoqirkirina axivî.
ZÊDETIRÎ 150 MADEN
Beycan anî ziman ku di 10 salên dawî de xebatên madenê li Dêrsimê zêde bûne û diyar kir ku niha li bajêr zêdetirî 150 xebatên madenê tên kirin. Beycan destnîşan kir ku ji sedî 26'ê Pulurê, ji sedî 22'yê Çiyayên Munzurê, ji sedî 56'ê mêrg û çeregehên Dêrsimê û ji sedî 42'yê parkên xwezayî di bin xetereya lîsansên madenê de ne û ev tişt got: "Ji sedî 46'ê van xebatan di qonaxa lêgerînê de ne, ji sedî 4 di qonaxa lîsansê de ne û ji sedî 2 jî di qonaxa karkirinê de ne. Gelo ev çalakiyên madenê çi ne? Ev maden di qada endezyariyê de wekî 4A û 4B tên binavkirin, ango madenên wekî aluminum, zêr û kadmiyumê ne. Mînak, em dizanin ku herêma Karaoglanê ya li ser sînorê Xozat û Pulurê, hema bêje hemû ji bo madenê hatiye lîsanskirin. Li pişt çiyayên Pulurê, li herêma Mercan û Havaçorê, li herêma Îlîçê xebateke madena zêr tê kirin û van xebatan bi piranî sermayedarên biyanî bi rêve dibin. Ji sala 2006'an vir ve di Qanûna Madenê û rêziknameya wê de nêzî 19 caran verastkirin hatin kirin. Berê li cihên wekî parkên neteweyî, parkên xwezayî, qadên avdanê, herêmên 'leşkerî yên taybet' û mêrgan maden qedexe bûn, lê bi van verastkirinên qanûnî û rêziknameyan re astengiyên li pêşiya madenê hatin rakirin."
TALANKIRINA ELEMENTÊN BINERDÊ YÊN KÊMPEYDA'
Beycan behsa elementên erdê yên kempeyda kir ku ji bo hêzên hegemonîk ên wekî DYA û Çînê pir girîng in û wiha pê de çû: "Dema ku şerên hegemonîk tên kirin, ji bo zêdekirina hêza şer a dewletên netewe, girîngiyeke mezin a van elementan heye. Ji ber vê hemû şîrketên navneteweyî çavên xwe berdane vir. Ew dixwazin hêza xwe ya şer zêde bikin û hegemonyaya xwe ava bikin. Ekoqirkirin, hinekî jî encama vê rastiya şer, kapîtalîzm û pergala hegemonîk e. Li dijî vê, avakirina nêzîkatiyek giştî û parastina herêmê, îro wekî berpirsiyariyeke dîrokî li pêşiya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Îro li herêmê madenên krom, zêr û paxir li gelek deran belav bûne. Îro dema hûn dinêrin, li çiyayên Cûdî û Gabarê jî xebatên madenê tên kirin. Îro li Dêrsimê jî plansaziyên mezin ên madenê hene."
TÊKOŞÎNA CIVAKÎ
Beycan destnîşan kir ku li dijî van hemû xebatên madenê divê têkoşîneke bi pêşengiya gel were kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê em ji mirovan re rave bikin ka xebatên madenê çawa zirarê didin xwezayê, civakê û mirovahiyê. Ji Dêrsimê bigire heta tevahiya herêmê, çareya me ew e ku em hişmendiyek hevpar çêbikin, ji rêxistinên civakî yên demokratîk heta partiyên siyasî van nîqaşan li ser bingeheke rast deynin, gelê xwe bixin navenda vê têkoşînê û li gel vê yekê pêvajoyên hiqûqî bi rêve bibin. Gelê Dêrsimê di têkoşîna hawirdorê de jidilbûna xwe îspat kiriye. Pêwîst e pêşengên rêxistinên girseyî û partiyên siyasî yên li vir, bi vê hişmendiyê pêşengiyeke rast bikin. Bi wê pêşengiya rast, li dijî polîtîkayên ekoqirkirinê, çareya ew e ku em jiyana ekolojîk, xwezaya azad û jiyana azad biparêzin."