Germahiya li Riha û Amedê wê 40 pileyî derbas bike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber ku germahî li seranserê Kurdistanê zêde dibe wê germahiyên li Riha û Amedê bigihêjin 41 pileyî. Her wiha li Cizirê germahî dê bigihîje 45 dereceyan.

 
Li Kurdistanê germahî zêde dibe. Erzirom wê 32, Qers 30, Meletî 35, Wan 30, Amed 41, Mêrdîn 37, Sêrt 39 û Riha 41 derece be.0 Tê payîn ku germahiya herî bilind li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 45 pileyî be.
 
Li herêmên Tirkiyeyê jî li bajarên Kocaelî, Sakarya, Bîlecîk, Artvîn, Kirklarelî, Bûrsa, Trabzon, Rîze, Sînop, Samsûn tê payîn ku dem bi dem ewrayî be û li hinek deverên van bajaran jî baran bibare. 
 
Hewa li Herêma Marmara, bi qismî ewr be, piştî nîvro li herêma Trakya û beşên rojhilat bi piranî ewr bibe. Herêma Ege, Behra Spî, Anatoliyaya Navîn bi gelemperî sayî ye û dem bi dem ewrayî be.