TMMOB’ê têkildarî şewata daristanan daxuyanî da

Parve bike:

AMED - Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê lêkolînê xwe ya qadê ya piştî şewata Licê kiribû parve kir û got di şewatên pirêzeyan de divê hemû civak bi hişmendiya berpirsiyariyê tevbigere.

 
Desteya Kordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê derbarê şewata ku li gundên Muradiye û Kaleyê yên navçeya Licê ya Amedê derketibû de rapora xwe ya vekolîna qadê pêşkêşî raya giştî kir. Gelek endam û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. TMMOB’ê daxuyanî li avahiya Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) ya Amedê da. Beriya daxuyanîyê Hevberdevka Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’a Amedê Fatoş Nûjen Ayhan axivî û destnîşan kir ku zirara herî mezin mirov didin xwezayê. Dû re Hevberdevkê Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê Ahmet Sormaz axivî û wiha got: “Ji ber em baş xwedî li xwezayê dernakevin û baldar nabin, em xwezaya xwe bi destê xwe dişewitînin.”
 
TESPÎTÊN QADÊ
 
Paşê Hevseroka Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê ya Amedê Gulçîn Yaşa metna daxuyaniyê xwend û wiha got: “Li gorî encamên destpêkê yên ku tîmên qadê tespît kirine, hatiye diyarkirin ku ji ber şewata pirêzeyê nêzî 150 dekar gîhayê pûş û baxçeyên fêkiyan û li gel vê yekê bi tevahî nêzî 300 dekar erdê çandiniyê ji şewatê bandor bûye.”
 
Gulçîn Yaşa di daxuyaniyê de destnîşankir ku ji ber bidawîbûna demsala çandiniyê rasterast windahiya berheman çênebûye û wiha domand: “Dîsa jî di encama şewatê de 350 rezên tirî û gelek darên fêkiyan şewitîne. Her wiha amûrên ziraiyê yên wekî amûrên sondajê, makîneyên çalvanînê û tîrpan, depoyên avê, boriyên avdanê, 2 konteynirên prefabrîk, holika mêşên hingiv, pekovên vala yên hingiv û gomeke ji keviran hatiye çêkirin bi tevahî xesar dîtine.”
Gulçîn Yaşa diyar kir ku li gorî tespîtên pêşîn, şewat ji kêleka rê dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Îhtîmaleke mezin di encama xemsariya mirovan de bi zanebûn an nezanebûn derketine. Encamên şewatan tenê zirarê nadin rûberê kesk; di heman demê de xûriya xakê, cûrbicûriya biyolojîk, jiyana kovî û aboriya gundiyan têk dibin.”
 
PARASTINA XWEZAYÊ ERKA HEMÛ CIVAKÊ YE
 
Gulçîn Yaşa di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser berpirsyariya hevpar û ji bo parastina xak û xwezayê bang li gelê Amedê kir û wiha vegot: “Bêyî sedem pirêzeyan neşewitînin, çixareyên vêxistî neavêjin nav xwezayê, li qadên vekirî tedbîrên agir hildin û dema ku xetereyeke agir dîtin di cih de saziyên peywendîdar agahdar bikin.”
 
Gulçîn Yaşa bi bîr xist ku daristan, qadên çandiniyê û hawirdor ne tenê yên îro ne, di heman demê de mîrasa nifşên paşerojê ne û parastina wan erka hemû civakê ye.