Welatiyên Mexmûrê: Bêdengiya NY'yê nayê qebûlkirin 2021-06-12 09:01:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên Wargeha Mexmûrê bertek nîşanî êrîşên TSK, bêdengiya NY'ê û PDK'ê dan û gotin: "Dewleta tirk, hebûna kurdan ji xwe re wekî xetereyekê dibîne û ji ber wê dixwaze kurdan biqedîne."  Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ku 12 hezar mirov lê dijîn, di 5'ê Hezîranê de ji hêla Hêzên Çekda ên Tirk (TSK) ve careke din  hat bombebarankirin. Di van salên dawî de heya niha wargeh bi dehan caran hatiye bombebaran kirin. Her çi qas wargeh bi awayekî fermî girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) be jî, lê ji sala 2017’an ve Tirkiye 6 caran bi balefirên şer û keşfê wargeh bombebaran kiriye. Di heman demê de li dijî bombebarankirina Wargehê bêdengiya NY'ê û hikûmeta Herêmî jî didome. Welatiyên Wargeha Mexmûrê,  li dijî êrîşan tirk nêrazîbûnên xwe anîn ziman.      'ÊRÎŞ KONSEPTEKE QIRKIRINÊ YE'    Bedran Pîran, bibîr xist ku êrîş li ser navenda Wargehê çêbûye û heger êrîş di saetên nîvro de bûna wê komkujiyeke mezin pêk bihata û got: "Ev ne êrîşa ewil e. Ev çend carin li dijî wargehê êrîş pêk tên. Di encamên êrîşên salên borî de, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek ji van jî birîndar bûn. Lê êrîşa ku di 5'ê Hezîranê de çêbû, ji êrîşên din cudatir bû. Ev êrîş li ser navenda wargehê çêbû. Li kêleka dibistan, perq û malên welatiyan çêbû. Cihê ku êrîrî wê hatiye dibistan bûn. Ev der, cihê ku gel diçe lê îstîhret dike. Baş bû ku di wê saeta êrîşê de kes li wir tune bû. Ji ber wê êrîşa ku pêk hatî bêencam ma. Di vê êrîşê de tu zirareke madî û canî çênebûn."    Pîran, anî ziman ku kesên ku cerdevanî qebûl nekiribûn dabûn ser rêya penaberiyê û di 28 salê dawî de 7 wargeh guherandine. Pîran got: "Bi tu şêwazî dewleta tirk û hevkarên wê rehetî ji vê wargehê re nehiştin. Ji bo ku me belav bikin û me ji armanca me dur bikin, serî li her rê û rêbazê didin. Bi êrîşên hewayî û fizîkî bi her awayî êrîş li me kirin. Di van rojên dawî bombebarankirina wargehê, ne tiştekî normal e. Ev ji bo gelê kurd konsepteke qirkirinê ya nû ye. Em di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ne û ev der girêdahî Iraqê ye. Lê dema ku em lê dinêrin, li hemberî van êrîşan helwesta Neteweyên Yekbûyî pir lawaz e. Ji her penaberekî ew berpirsyarin. Lê tu berpirsyariyeke xwe pêk nayine. Pêwîst e demildest Neteweyên Yekbûyî vê êrîşê şermezar bikira. Her wiha hikûmeta Iraqê jî divê li dijî van êrîşan helwesta xwe aşkere bike û erka xwe pêk bîne. Ev êrîş, ji me re ne xerîb in. Armanc û hedefa dewleta tirk qirkirina kurdan e. Hebûna kurdan ji xwe re wekî xetereyekê dibîne û ji ber wê dixwaze kurdan xelas bike. Ji ber vê jî divê Neteweyên Yekbûyî erka xwe pêk bîne û destûr nede ku dewleta tirk wargehê topbaran bike."      'WARGEH LI ME KIRIN GORISTAN'   Feyrûz Nerexî jî bi lêv kir ku 28 sal in bi êrîşên dewleta tirk û PDK'ê re rû bi rû ne û got: "Me jî dixwest ku em  li ser xaka xwe bi awayekî azad bijîn. Lê em ji ber zilmê penaber bûn. Zilm li me dikirin, neheqî li me kirin. Malên me şewitandin û gundên me topbaran kirin. Me got, em biçin Kurdistanê.Me nedizanî wê li vir jî vê zilmê li ser serê me bikin. Dema ku em ewil hatin vê derê, ev der ne cihekî wisa bû ku mirov lê bijî. Bêav û bêwar bû. Me bi derfetên herî kêm ev der veguherand qada jiyanê. Lê ev der li me kirin goristan. Me got, em ê qesta Kurdan bikin. Me nedizanî wê vê bînin serê me. Malek tifaq be gundek nikare mirov, gundek tifaq be eşîrek nikarê û wexta kurd tifaq be çi dewlet nikare bi kurdan. Çimkî niha 40 mîlyon kurd hene. Yên tên kuştin û  koçberkirin kurd in. Bila xwe nexapînin û hevkariya dijmin nekin. Ji hewayê ve êrîşî me dike. Ev 2 sal in li ser wargehê ambargo heye. Ji ber van êrîşan em nikarin pez xwedî bikin. Lê li tevî van êrîşan  heta ku dolepek xwîn di laşê me de bimîne, em ê dev ji doza xwe bernedin."   'BILA EV ZILM BI DAWÎ BIBE'    Ji welatiyên wargehê Asya Şirnexî jî bêdengiya PDK'ê ya li  hemberî êrîşan şermezar kir û got: "Em jî nasname û zimanê xwe dixwazîn. Me bi çavê xwe kuştin dît, rezalet dît. Bijîşk tune ne, em nikarin derbikevin. Bi ambargoyê PDK'ê ji dewleta tirk bêtir anî serê me. Pêwîst e ku PDK li pêşiya dijminê xwe bisekine û destûr nede ku wargehê bombebaran bike. 28 sal in em zordariyê dibînin. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe."   MA / Zeynep Durgut