Çevîrmen: Divê pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne 2021-06-12 09:55:14   ENQERE - Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, diyar kir ku di navbera jiyana girtiyên di girtîgehan de û yên li derve de, paraleliyek heye û got: “Pêwîste pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyan bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtiye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest pê kirin, di roja 198’an de dewam dike. Endama Lijneya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen, derbarê pêvajoya greva birçîbûnê de axivî û diyar kir ku wan bi rêya parêzeran serdanên girtiyan kirine. Çevîrmen, da zanîn ku wan ji bo girtiyên rastî binpêkirinên mafan tên, serî li sazî û dezgehên pêwîst dane.   PIRSGIRÊK ZÊDE BÛN   Çevîrmen, anî ziman ku pirsgirêkên di girtîgehan de, bi greva birçîbûnê re zêdetir bûn û wiha axivî: “Pêvajoyek pir dijwar tê jiyîn. Girtî rastî lêgerîna tazî tên. Ji ber ku vê pêkanînê qebûl nakin, tên îşkencekirin û derb kirin. Giliyên girtiyan ji me re tên. Pirî caran, rapor nadin girtiyn. Dîsa pirsgirêkên derbarê Kovîd-19 de, tên jiyîn hene. Girtiyên di hucreyên yek kesî de tên girtin hene. Ev jî dibe sedem ku hemû mafên girtiyan ên komalî bên binpêkirin. Pirsgirêkên di girtîgehan de qet nayin guhertin û her tim bi dijwarî dewam dikin. Divê binpêkirinên mafên girtiyan ji holê bên rakirin. Li Tirkiyeyê, gelek girtîgeh hatine çêkirin. Nêzî 300 hezar mirov di girtîgehan de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû en. Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji holê hatiye rakirin. Pêvajoya pandemiyê, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne, girantir dike. Bi vê re jî, lêpirsînên dîsîplînê ji bo girtiyên dikevin greva birçîbûnê vedikin.”      BANGA TÊKOŞÎNÊ   Çevîrmen, diyar kir ku divê li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, têkoşînek tevahî hebe û wiha bilêv kir: “Girtîgehan ji eleqe û zanîna civakê dûr dixin. Lê ji bo girtîgehan erkek mezin dikeve ser milê her kesê. Heta ku em dengê xwe li dijî binpêkirinên mafan ên di girtîgehan tên jiyîn dernexin, ev binpêkirinên mafên mirovan wê ji holê ranebin. Ji ber vê divê civak vê berpirsiyariyê bigire ser xwe.”   Çevîrmen, banga hestiyariyê li raya giştî kir û wiha got: “Di warê girtîgehan de, peywirek mezin dikeve ser milê saziyên civaka sîvîl, mirovên siyasetmedar, malbat û hiqûqnasan. Pêwîste pêşîniya me daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne.”