Li 35 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin 2021-06-12 10:00:03 BEDLÎS - Li 35 gund û mezrayên girêdayî navendê Bedlîsê qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Walîtiya Bedlîsê daxuyand ku li 35 gund ûmezrayên girêdayî gundan bi ser navenda Bedlîsê e qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Walîtiyê ragihand ku ji ber operasyona leşkerî qedexe hatiye ragihandin.    Li gundên Aşagibalcilar, Yukaribalcilar, Germav, Papiznix, Alûkan, Kalupat, Ogulcak, Çeltîklî, Oleka Jêrî, Oleka Jorî, Sîmav, Bolukyazi, Arıdağ, Akçalı, İçgeçit, Çaliduzu, Vanik, Çadidrli, Karakuş, Aşagikoçak, Aşagiyolak, Yukariyolak, Dursun, Yaronu, Beşkaynak, Uçankuş, Kinali, Bayirli, Dîkme, Yukaridîkme, Aşagidîkme, Kutlu, Akgun, Çobansuyu, Aşagiçobansuyu û her wiha li mezrayên van gundan qedexe hatiye ragihandin.    QEDEXEYA LI HÎZAN Û TETWANÊ HAT RAKIRIN    Di 6’ê hezîranê de li 12 gund û mezrayên bi ser navçeya Hîzanê ve qedexeya derketina hatibû ragihandin û ev qedexe hat rakirin.   Di 2’yê hezîranê de jî li 10 gund û mezrayên bi ser navçeya Tetwanê ve qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Liv ê herêmê şerên dijwar di navbera HPG’ê û leşkeran de qewimîbû û leşkerek serpel û 2 cerdevan hatibûn kuştin û herî kêm jî 6 leşker birîndar bûbûn. Qedexeya li van gundan jî di 8’ê hezîranê de hatibû rakirin.