Turkdogan: AYM manipulasyonê dike, ew însan dikaribûn bihatana rizgakirin 2021-06-12 10:55:01   ENQERE - Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku AYM bi biryara ji bo jêrzemînên Cizîrê daye manîpulasyonê dike û got: “Heke AYM’ê di 10’ê sibatê de biryara tevdîrê bida, wê ew însan bihatana xelaskirin.”    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) serlêdana “tedbîr” ya di sala 2016’an de ji bo kesên di jêrzemîna seyemîn a li navçeya Cizîra Şirnexê de ku di sala 2015’an de di serdema qedexeya derketina derve de lê jiyana xwe ji dest dabûn hatibû kirin, red kir.    Kesên di wan jêrzemînan de hêj beriya jiyana xwe ji dest bidin di 10’ê sibata 2016’an de ji bo “parastina mafê jiyanê” serî li AYM’ê hatiye dayîn. AYM jî roja kesên navê wan di serlêdanê de cih digirin ku jiyana xwe dest dan yanî di 12’ê sibata 2016’an de biryara “ji bo tedbîrê cih nîne” dabû.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî di nav de gelek parêzeran ji bo kesên di wan jêrzemînan de jiyana xwe ji dest dabûn, serlêdanên takekes kirin. Hêj pêvajoya van serlêdanan a hiqûqî didome, lê AYM’ê têkildarî serlêdanên ewilî piştî 5 salan biryara redkirinê da.    Hevserokê ÎHD’ê parêzer Ozturk Turkdogan têkildarî biryarê ji ajansa me re axivî û behsa pêvajoya serlêdana ji bo AYM’ê kir û bi bîr xist ku gelek sivîl di mehsa çile û sibata 2016’an de gelek sivîl li jêrzemînên avahiyên li Cizîrê hatin kuştin. Turkdogan got wan însanan piştevaniyê xwestibû û parêzeran serî li AYM’ê û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye lê tu encamê negirtine.    HIŞYAR KIRINE JÎ LÊ PIŞTGUH KIRIN E    Turkdogan anî ziman ku wî bi rêya çapemeniyê bihîstiye 20 însan di jêrzemîna sêyemîn de asê mane, ew jî li malbata Derya Koç û Orhan Tûnç geriyane û destûr ji wan xwestine û roja 10’ê sibata 2016’an bi daxwaza tedbîrê daxwazname dane AYM’ê û ji bo ev însan werin xelaskirin daxwaza sekinandina operasyonê kirine. Turkdogan got wî ji dadgehê re gotiye heke tedbîr neyê girtin wê ev însan jiyana xwe ji dest bidin.    ‘HEKE HEMAN ROJÊ BIRYAR BIHATA DAYÎN DÊ NEHATINA KUŞTIN’    Turkdogan destnîşan kir ku li aliyekî danûstandinên wan û AYM’ê hêj dewam dikirin, di 12’ê sibata 2016’an de agahiya ku Derya Koç û hevalên xwe jiyana xwe ji dest dane wergirtine û AYM’ê di heman rojê de biryara “cihê tedbîrê nîne” daye. Turkdogan destnîşan kir ku Derya Koç û hevalên wê dikaribûn bihatana xelaskirin lê serlêdanên wan li ber çavan nehatine girtin û piştî 5 salan jî biryara redkirina serlêdanê dan. Turkdogan da zanîn ku serlêdana piştî kuştina wan kesan didome, têkildarî vê serldanê hêj biryarek nehatiyedayîn û pêvajo didome. Turkdogan got şîroveyên hiqûqî û manîpulasyonên hiqûqî derdikevin pêşiya wan û ew bi bawer e di vê dosyeyê de rewşek wiha heye. Turkdogan diyar kir ku roja 10’ê sibata 2016’an ku wî serlêdan kiriye biryara tedbîrê bihata dayîn wê ew însan bihatana xelaskirin û ji ber biryar nehat dayîn ew însan hatin kuştin.    TÊKOŞÎNA WAN DÊ BIDOME    Turkdogan pirsa “AYM ji bo biryarê çima tu 5 salan sekiniyî?” ji AYM’ê kir û serlêdanên wan takekes didomin û heke AYM serlêdanan red bike ew ê dozê veguhezînin DMME’yê û têkoşîna wan a ji bo edaletê û hiqûqê bidome.    MA / Zemo Aggoz