Di 70 saliya wî de ew winda kirin 2021-06-12 12:01:50 AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, aqûbeta Yusuf Nergizê 70 salî yê ku li navçeya Qulpê hat windakirin pirsîn.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya bi armanca “Winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 644’an li ser onlînê li dar xistin. Di çalakiyê de, aqûbeta Yusuf Nergiz ê ku di 3’yê Cotmeha 1997’an de, li navçeya Qulpê ya Amedê hatibû binçavkirin hat pirsîn. Endamê Lijneya Rêveber a ÎHD’ê Ercan Yilmaz çîroka Nergîzê 70 salî vegot.    BINÇAV KIRIN   Yilmaz, diyar kir ku Yusuf Nergîzê 70 salî li Amedê dijiya û wiha axivî: “Ji bo çandin û çînan zeviyên xwe yên li gundê Narlica ya girêdayî navçeya Pasûrê her tim di navbera gund û bajar de dihat û diçû. Nergîz herî dawî di 29’ê Îlonê de 1997’an de, diçe mala xwe ya gund. Eskerên girêdayî Qereqola Eskerî ya Pasûrê di 1’ê Cotmehê de, saet derdora 22.00’an bi ser mala wî de digirin û binçav dikin. Dûre wî dibin qereqolê û 24 saetan di lêpirsînê re derbas dikin. Piştre Nergiz bi şertê ku biçe qereqolê serbest berdidin. Nergiz serê sibê cardin diçe qereqolê. Cerdevanê bi navê Alaattîn Şahîn ê li qereqolê dimîne, xwe pê re hirs dike û wiha jê re dibêje; ‘Ji vê derê bicihime, tavilê bilêta xwe bibire û here Amedê.’ Yusuf Nergiz, piştî ku ji qereqolê derdikeve, ji bo ku biçe Amedê diçe termînalê û biletê digire. Birayê Yusuf Adil Nergiz ê li gund dijî bi wî re rastî hev tên. Yusuf her tişt ji birayê xwe re vedibêje û dûre li minibusa rengê wê sor a plakeya 21 AR 474 sîwar dibe û ber bi Amedê ve dikeve rê. Li gorî vegotinên şahidên bûyerê; Piştê wî, cerdevanê bi navê Alaattin Şahîn ê ku ew ji qereqolê qewirandibû, li minîbûsê sîwar dibe. Dûre carek din agahî ji Yusuf Nergiz nayê girtin.”    CERDEVAN: MIN TESLÎMÎ QEREQOLÊ KIR   Yilmaz, da zanîn ku hevjînê Yusuf Nergiz Şahîbe Nergiz, serî li Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê da û wiha bilêv kir: “Dozger jêre dibeje, ‘Çima hûn zû nehatin, hûn dereng man.’ Şahîbe Nergîz, heman rojê bi cerdevan Alaattîn Şahîn re jî hevdîtinê dike. Alaattîn Şahîn ji hevjîna Yusuf re dibêje, ‘di 3’yê Cotmeha 1997’an de em li heman minibusê siwar bûn. Min ew teslîmî Qereqola Zeyrek kilr.’ Bi vî awayî ji 3’yê Cotmeha 1997’an ve bi tu awayî agahî ji Yusuf Nergiz nayê girtin û aqûbeta wî hîna jî ne diyare.”   ‘LÊGERÎNA EDALETÊ DEWAM DIKE’   Yilmaz, dest nîşan kir ku ew parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan, 12 salin her heftê roja Şemiyê, bê navber lêgerîna xwe ya edaletê dewam dikin û wiha bi dawî kir: “Ji bo ku bi rabirdûyê re rû bi rû bimînin, rastî û heqîqet derkeve holê û edalet bê bi cih anîn, ew ê bi israr têkoşîna xwe dewam bikin.”