Li zanîngehê pirsa nijadperest: Divê kîjan partiya kurdan were girtin? 2021-06-12 13:21:45   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Zanîngeha Pamûkkaleyê di ezmûnê de pirsa “Divê kîjan partiya alîgiriya kurdan were girtin?” ji xwendekaran hat pirsîn.    Ji xwendekarên beşa Zanistên Îktîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Pamukkale ya Denîzliyê pirsên nijadperest hatin pirsîn. Ji xwendekarên pola yekemîn ê vê beşê ev pirs hat kirin; “Dozgerên tirk li dadgeha herî bilind xwest kîjan partiya muxalefetê ya alîgiriya kurdan dike were qedexekirin?”    Di vebijêrkên pirsan de bersiva “"Partiya Îyî, MHP, HDP, Partiya Saadet û AKP” cih ve AKP" girtin.    PARTIYA ALÎGIRIYA KURDAN DIKE!   Her wiha di ezmûnê de pirsek din jî ya sûcê nefretê dihewîne “Kîjan sazî dikare partiya muxalefetê ya alîgiriya kurdan dike qedexe bike?” ji xwendekaran hat kirin.  Di vebijêrkên bersivan de van saziyan cih girt: “Dadgeha nelihevkirina darazê, Desteya Dadger û Dozgeran (HSK), Dadgeha Destûra Binehîn, Dadgeha Bilind û Şûreya Dewletê.”