Dayikên Şemiyê li kujerên Mûrat Aslan pirsîn 2021-06-12 13:47:54   STENBOL - Dayhikên Şemiyê vê hefteyê jî li kujerên Mûrat Aslan ê 27 sal berê hat revandin û kuştin pirsîn.    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û kujer werin cezakirin di hefteya 846’emîn de bi rêya online çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Vê hefteyê li kujerên Mûrat Aslan ê di 10’ê hezîrana 1994’an de li Amedê ji aliyê Torosa Spî ve hat revandin û pişt re hat kuştin pirsîn. Mûrat Aslan wê çaxê hêj 25 salî bûye û ji bo ew fatûreya ceryanê bide razandin ji malê derketiye.   Xwişka Aslan, Fatma Aslan di daxuyaniyê de ewilî axivî û bi bîr xist ku kekê wî li cem hevalên wî bi darê zorê hatiye revandin û wan demek dirêj xwe negihandiye agahiyên derbarê birayê wê de. Aslan anî ziman ku îtîrafkarê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aydan piştî 10 salan cînayetên ku hatine kirin eşkere kiribû, yek ji van jî kekê wêbûye. Aslan da zanîn ku bi mikurhatinê re gora kekê wê hatiye dîtin û pişt re wî birine veşartine. Aslan anî ziman ku doza wan di sala 2014’an de ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ve hatiye redkirin û got: “Cînayeta kekê min xwedî taybetiyekê bû. Cînayeta yekemîn a ku bi destê dewletê hat kirin û ewilî hatiye eşkerekirin. Tevî vê yekê jîd oza me hat redkirin.”    ‘EM DIXWAZIN WERIN DARIZANDIN’   Aslan diyar kir ku têkoşîna wan hiqûqî bedewam dike û got: “Ez hêvîdarim wê ev kes li ber dadger werin darizandin. Hêvî dikim ku tu dayikek êşa zarokên xwe nekişîne û neçarî lêgerîna bi darê zorê nebe. Em licem Dayikên Şemiyê ne. Êşa wan êşa me ye. Ez hêvîdarim ku wê li tavilê kujer derkevin holê û ev bûyer werin ronîkirin.”    WÊ DERKEVIN PÊŞBERÎ DARAZÊ    Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrkulu ku serokatiya Baroya Amedê kiriye, doza Aslan şopandiye jî got wê teqez gorek windayan çê bibe û kujer teqez wê li hember darazê hesab bidin.    KUJER TÊN PARASTINÊ    Metna daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Eren Ertîn xend û destnîşan kir ku kujer bi destê dewletê bi bêcezakirinê tên parastin û ji ber vê yekê ew nikarin xwe bigihînin edaletê û windayên xwe. Ertîn got ew ji bo Mûrat Aslan edaletê dixwazin. Ertîn anî zimna ku di serî de ji bo Aslan û tevahiya windayan wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.