Başaran: Em ê bibin deng û rengê jinan 2021-06-12 13:54:46   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran di çarçoveya xebatên "Ji xizaniya jinê re na" de civîneke çapemeniyê li dar xist û encamnameya vê kampanyayê xwe eşkere kir. Başaran diyar kir ku dê li dijî tifaqa mêr a AKP-MHP'ê têkoşîna xwe bidomînin û bibin deng û rengê jinan.      Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Ji xizaniya jinê re na" de li Riha, Semsûr, Dêrsîm, Idîr û Bêdlîsê bi jinan re civiyan. Meclîsa Jinan, encamnameya xebatên vê kampanyayê bi civîneke çapemeniyê eşkere kir. Civîn li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê pêk hat. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, endamên Koordînasyona Jinan, Feray Mertoglu û Tulay Koçak tevlî civînê bûn. Di civînê de encamname ji hêla Ayşe Acar Başaran ve hat xwendin.      Başaran di civînê de wiha axivî:    "Li her qadên jiyanê, li kolan û qadan li hemberî kurd û jinan tifaqa mêran a AKP-MHP'ê pêş dikeve. Tifaq li dijî gelan, ji bo sermayedaran hatiye avakirin. Tifaqeke zayendperest, mîlîtarîst, talanker û rantxur e. Em jî bi hewldanên xwe tifaqa wan teşhîr dikin. Bi rêbazên çetevarî êrîşê vîna gel, destkeftiyên jinan dikin. Ev rêbaz ji hêla hevkarên wan ve hat aşkerakirin. Hat dîtin ku çawa kuştina jinan, nelirêtî, dîzî, xespkirina çavkaniyên gel û ruşvet tê veşartin. Dewlet-mafya û çete hemû qadên jiyanê yên me çawa xistiye dibin xizmetên sermayedaran.     Pergala hevserokatiyê, rêgezên temsîliyeta wekhev wek sûc hat nîşandan û şaredariyên me hatin xespkirin, qeyûm hatin tayînkirin. Mekanîzmayên ku jin ji sûdê digirtin hatin girtin û jin tenê hatin hiştin. Hevşaredarên me dîl hatin girtin. Di serî de jin û gel mehkûmê xizaniyê kirin. Ev tişt bi aşkerakirina serçete aşkera bû.      JINAN MEHKÛMÎ 4 DÎWARAN DIKIN   Gelo îqtîdar ji cotkarên xizan agahdar e? Me di hevdîtinan de dît ku îqtîdar çawa gel mehkûmê xizaniyê kiriye. Îqdîtar dema bikeve tengasiyê demildest êrişê partiya me û jinan dike. Tifaqa mêran a AKP-MHP'ê ji bo jinan ne meşrû ye. Jinan mehkûmê 4 dîwaran dike, keda di nava malê de red dike, hêza kar a erzan dibîne, kedxwariyê dike, xizaniyê li jinan ferz dike û hewl dide ku jin mehkûmê mêr bibin. Ev tifaq dijminatiyê ji jin û gelan re dike. Em ê hevdîtina xwe ya 'Ji xizaniya jinan re na, Ji bo jinan edalet' bidomînin.   EM Ê BIBIN DENGÊ JINAN     Em dengê jinên dibêjin 'Kesekî li Rihayê dengê me bibihîse tune ye. Xebat ne şerm e lê belê em berdêla keda xwe nagirin'. Em bi jinên li ser erdê firîngî-îsotan dixebitin hatin gel hevdu. Saet di 05.00'an de radibin û heta saet 18.00'an dixebitin. 60 TL heqdestên xwe digirin. Jinên di bin şerdên dijwar de dixebitîn digotin 'Av, ceyran, ji cihên nêz ava vexwarinê tune ye. Hemû tişt pir biha ne. Em nikarin debara xwe bikin'. Tifaqa mêr ji bo sermayedaran bi milyaran kredî dide lê belê anîne wê rewşê ku cotkar nikarin berhemên dixwazin ji erdên xwe bigirin, biçînin. Talana xwezayê û hişkahiya sermayedar dibin sedem dibe sedema mexdûriyetê. Dewlet vê mexdûriyetê derbas nake. Em ê bibin dengê jinên dibêjin 'Ma kî dikare bi 55 TL yî debara xwe bike'. Em ê piştevaniya jinên li Rihayê li ser erdê firingî, îsot, nîsk dixebitin ji wir derbasî Meletê ji wir jî derbasî aliyê Behra Reş dibin, bikin.    EM Ê NIRXÊ KEDA XWE DIYAR BIKIN!    Polîtikayên dijminatiyê yên îktidarê yên li dijî bazarên semtê em ji dijberiya li dijî Bazara Semtê ya Jiyanê ya Jinan dizanin. Lê belê bila îktidar vê baş bizanibe ku têkoşîna jinên li Bazara Semtê ya Jiyanê ya Jinan feyzê dide me. Em ê bi hev re qadên bazarê ava bikin. Em ê nirxê keda xwe diyar bikin!     BARÊ ME GIRAN E    Jinên li zozanên lê av û ceyran tune ye sewalkariyê dikin penîr çêdikin mecbûr in berhemên xwe bifiroşin şîrxaneyê. Lê belê jinên koçer karê nakin. Em ê bi jinên koçer li gel hev bin. Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê di bin navê ewlehiyê de nahêle zozanên hilberîna wê zêde ye bên bikaranîn. Li dijî rant û talana siyasî em ê zozanên xwe biparêzin.    PEREYÊ EZ DIGIRIM HETA DIHERIM MALÊ BI DAWÎ DIBE   Dîsa em tevî hemû astengiyan li Agiriyê bi jinên kedkar re hatin gel hevdu. Jinan xizaniya jinê li cihên ku lê bûn anîn ziman. Jinên li atolyeyên tekstîlê dixebitin serê sibehê saet di  08.00’an heta  19.00’an dixebitin lê belê hîn di bin meaşê kêmtirîn digirin. Li dijî kesên xwezaya me talan dikin em ê bi hev re têbikoşin. Jinên li Agiriyê li dijî komkujiya xwezayê li berxwe didin dengê wan li Îkizdereyê olan dide. Her wiha jinê Îdirê dizanin ku kesên xizaniyê li ser gel ferz dikin li qesrê ji mûslixên zêr avê vedixwin. Em vê pergala mêtingeriyê qebûl nakin. Jinên li Tetwanê diyar kirin berhemên wan ên bi 50 quruşî ji wan tên kirîn bi 6-7 lîreyî li bazaran tên firotin. Jin bi vî rengî pergala kapîtalîst a serdest îfşa dikin. Li Tetwanê jî em hatin gel jinên li ser erdê firingiyan dixebitin ew jî bi pereyê digirin nikarin bi hêsanî tiştekî bigirin. Loma em ê bi hev re ji xizaniya jinê re bêjin na.   Em ji vir careke din bang dikin. Li her cihê ku em lê ne em ê bibêjin "Ji Xizaniya Jinê re Na". Bi baweriya piştevaniya bi jinê re em ê li gel têkoşîna jinan bin."