Polîsên Elman û PDK'ê endamên Şandeya Aştiyê binçav kirin 2021-06-12 14:09:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Aştiyê ya dixwest ji bo li dijî şer derkeve ji Balafirgeha Dusseldorfê ya Elmanyayê biçe Hewlêrê lê polîsên Elman ew astengkirin û 27 kes kirin binçavan.    Tirkiye ji 23'yê Nîsanê ve êrişî ser deverên Metîna, Zap û Avaşînê dike. Şerên dijwar di navbera HPG'ê û leşkerên tirk di diqewime. Şandeya Aştiyê ya dixwest ji bo li dijî şer derkeve ji Balafirgeha Dusseldorfê ya Elmanyayê biçe Hewlêra Herêma Kurdistanê. Polîsên Elman şandeya Aştiyê ku dixwest biçe Başûrê Kurdistanê asteng kir. Polîsan 27 kes kirin binçavan û yek bi yek îfadeyên digire.    Şandeya Aştiyê wê biçûya Başûrê Kurdistanê, peyamên piştevaniyê bida gelê kurd û gelek têkilî danîbûya.   Di heman saetan de parlamenterê Die llnke (Partiya Çepgir) Hakan Taş jî li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hat binçavkirin.    Ji bo 7 endamên şandeyê qedexeya derketina derve hat danîn.