Şewata li Çiyayê Gorseyê dîsa dest pê kir 2021-06-12 14:36:50   AMED - Hat ragihandin ku şewata li Çiyayê Gorse ya li navçeya Pîranê ku ji ber xwe ve temirî ve dîsa dest pê kiriye.    Li çoltera gundê Prejman a bi ser navçeya Pîrana Amedê ve di 1’ê hezîranê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Piştî operasyonê li Çiyayê Gorse şewat di nav dar û beran de derketibû. Şewat ji ber xwe ve temirîbû. Hat ragihandin ku şewat carek din ji nû ve derketiye û şewat qadên mezin daye ber xwe.    Hat zanîn ku şewata li gundên Bahçekapi û Çevrecîk ên bi ser navçeya Aricaka Xarpêtê ku li Çiyayê Gorse ne jî berdewam dike.    Hat zanîn ku kes mudaxileyî agir nake û dar dişewitin.