Xizmên Windayan li aqûbeta Keremoglu pirsîn 2021-06-12 15:40:21   ÊLIH - Xizmên windayan û komeleya mafên mirovan a Êlihê lêpirsîna aqûbeta windayan berdewam kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Kadîr Keremoglu yê di serdema Mehmet Agar de hatibû widakirin pirsîn.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (îHD) ya Êlihê ji bo winda bên dîtin  faîl bêne darizandin, çalakiya xwe di hefteya 481’an de berdewam kirin. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD'ê wêneyên kesên winda bûne rakirin. Di çalakiyê de Sekreterê şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Zana Yucel, diyar kir ku bi salan e ji bo winda bên dîtin û kujer bêne darizandin, çalakiyan li dar dixin û wiha got: "Em bi vê hevîyê bi salan e ji dewlet û îqtîdarê re dibêjin windayên me bibînin û kujeran darizînin. Bi salan e em bi hevî û bendewariya di nava aştî, aramiyê de li welatekî bê şer bijîn, têdikoşin. Em û xizmên windayan bi salan e bi hevre vê têkoşînê bilind dikin. Lê mixabin ev daxwaza ku em li qada cemaweriyê t3inin ziman, bi rêbazên li dijî hiquqê têne astengkirin.    BI MAŞÎNEYÊ REVANDIN   Xizmên windayan di çalakiyê de aqûbeta Kadîr Keremoglu pirsîn. Yucel, di çalakiyê de anî ziman ku Kadîr Keremoglu, di 14'ê Nîsana 1995 'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve li Wanê hat revandin û wiha got: "Keremoglu yê ji Geverê malbata wî li Wanê dijî. Dema ji Geverê diçe malbata xwe ya Wanê, Endamên JİTEM'ê bi hinceta 'Navê te di lîsteya mirinê de heye' bertîl û pere jê dixwazin. Ji ber Kadir Keremoglu yê 75 salî dayîna pere û xerçê red kir, di 14'ê Nîsana 1995'an de ew revandin. Dema Keremoglu li Wanê ji Mizgefta navendî derket, kesên endamê JÎTEM'ê bi maşîna toros a plakeya wê 01 EA 600, maşîna plakeya wê 65 ER 279 û maşîna plakeya wê 06 FH 600  û 34 ALL 82 revandin.    Yucel, da zanîn ku li gorî lêkolîna malbatê kesên Keremoglu revandin teslîmî Yeşîl (Mahmut Yıldırım) kirine. Ewilî Keremoglu birine navenda JÎTEM'ê û piştre birine Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Wanê. Yucel, anî ziman ku malbat gihiştiye nasnameya endamê JİTEM'ê û wiha lê zêde kir: "Malbatê serî li Waliyê Wanê Mahmut Yilbaş dan. Lê walîtiyê ji malbatê xwest li şûna nivîskî bi devkî serlêdane bikin. Malbat piştre bi Midûrê Giştî yê wê demê  Mehmet Agar re jî hevdîtin kir. Di 22'ê Nîsana 1995'an de kesekî xwe wekî karmendê daîreya herba taybet pênase kir, li malbatê geriya û got 'Ji bo em bavê we berdin divê hûn 750 hezar mark bidin.' û gef li malbatê xwar.    Yucel, anî ziman ku doza winda Kadîr Keremoglu birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û wiha bi dawî kir: "Kurê Kadir Keremoglu di 13'ê Çileya 1997'an de li Komîsyona Lêkolînê ya Susurlukê ya DMME'ê îfade da. Tevî hemû delîlan, pergala darazê hiqûq nexist meryetê. Piştî pêvajoya daraza Tirkiyeyê bi dawî bû, malbatê doz birin DMME'ê