Sengawî bertek nîşanî PDK’ê da: Qiyamet jî rabe, ez ê gule ne berdim 2021-06-12 15:44:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermendarê Eniya Germesêr a Pêşmerge Mahmûd Sengawî, bertek nîşanî tevlîbûna PDK’ê ya operasyona derveyî sînor da û got: “Qiyamet jî rabe, ez ê guleyekê bi tenê jî ne berdim PKK’ê.”   Bertekên li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku tevlî operasyona derveyî-sînor a Tirkiyeyê di 23ê Nîsanê de dest pê kir, zêde dibin. PDK’ê bi hêzên girêdayî Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistana Federal Mesrur Barzanî, hêzên Zerewanî û Gulan ên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine perwerdekirin re di operasyana derveyî sînor de, bi awayekê bejayî ketibû qadên ji aliyê Hêzên Çekdarên Tirkve (TSK) hatin bombebaran kirin. Bertekek din ji fermandarê pêşmerge ji bo PDK’ê hat.   Fermandarê Eniya Germesêr a Pêşmerge û endamê Polîtburoya Yekitiya Welatparên Kurdistanê Mahmdu Sengawî wiha bertek nîşan da: “Xeta li ser xeta dikin. Divê em cihê xwe din ava vê yekê de negirin. Tirkiye û Iraq, dixwazin di navbera hêzên Kurdan de şerê navxweyî derxînin. Ji bo ku dewleta Tirk ji mere bêje bijît, yan jî aliyek din yê Iraqê ji bo me bêje bijît, nabe em şerê aliyek bikin û zarokên xelkê bidin kuştin. Divê em hemû dakevin kolanan û şerê birakujiyê heram bikin. Şerê li dijî PKK’ê heram bikîn. Di vî demê de, şerê dijî PKK’ê ji bo gelê me xeteriyek mezin e.”   Sengawî li ser egera şerek li dijî PKK’ê jî, wiha got: “Min li ser şerek li dijî PKK’ê ji hevserokên YNK’ê re gotiye, ger qiyamet rabe û hemû dinya kavil bibe, ez ê guleyekê bi tenê jî, ne berdim PKK’ê.”