Şandeya Aştiyê ya hat binçavkirin, dest bi greva birçîbûnê kir 2021-06-12 17:18:06 NAVENDA NÛÇEYAN – 5 siyasetmedarên Kurd ên di Şandeya Aştiyê de cih girtin û bi hinceta “bila têkiliyên em yên bi Tirkiyeyê xirab nebin” ji aliyê polîsên Elman ve hatibû binçavkirin, dest greva birçîbûnê kirin.   Kesên di Şandeya Aştiyê de cih girtin û xwest ji Elmanyayê biçin Herêma Kurdistana Federe yên hat binçavkirin, hîna dibin çavan de ne. Ji bo 7 kesên ku di Şandeya Aştiyê ya ji 27 kesan pêk tê cih digirtin de ku dixwestin ji Balafirgeha Dusseldorfê ya Elmanyayê biçin bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn. Lêpirsîna binçavkirinê ya kesên din ên di şandeyê de cih digirin dewam dike.   5 siyasetmedarên Kurd ên di navê de siyasetmedar Demîr Çelîk jî heyî li dijî binçavkirin û biryara qedexeya derketin derveyî welat dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.