'Ocalan 22 sal in li ber xwe dide' 2021-06-12 18:22:40     STENBOL - Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Esenler, Başakşehîr û Sultanbeyliyê yên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînên gel li dar xistin. Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî diyar kir ku vîna Ocalan 22 sal in nayê şikandin û Ocalan 22 sal in li ber xwe dide.   Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin bê navber didome. Girtiyên PKK û PAJK'ê li dijî tecrîdê 198 rojin di grevê de ne.  Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên Esenler, Başakşehîr û Sultanbeyliyê yên Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civînên gel li dar xistin.    Rêxistina HDP'ê ya Esenlerê li avahiya HDP'ê civîna gel li dar xist. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê Parêzerê Ocalan Cengiz Yureklî û gelek kesên din amade bûn. Girsê li salonê pankarta "Şikandina tecrîdê bi girêdana Şehîdên Berxwedanê pêkan e." Kesên tev li civînê bûn, bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan girtiyên siyasî yên ketine grevê silav kirin û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Parêzer Cengîz Yureklî, diyar kir ku Tirkiye bûye girtîgehek mezin û wiha got: "Dixwazin hiqûqek bê Ocalan ava bikin. Hiqûqê dixin destê xwe û despot dikin. Li gel vê yekê her tim Birêz Ocalan de her gotina xwe de dibêje "Aştî". Bi tecrîdkirina Ocalan dixwazin vîna Ocalan teslîm bigirin. Ev komployek navdewletî ye. Em der barê tenduristî û jiyana Ocalan de ne xwedî agahî ne. Dixwazin bi vê yekê Ocalan bi civakê bidin ji bîr kirin."    PERGALA ÎMRALIYÊ ÇIRAV E    Yureklî, anî ziman ku pergala Îmraliyê bûye çivar û wiha got: "Girav bûye çirav û ew jî bûne poşî/kelmêş ên li dora çiravê. Tecridkirina Ocalan tecrîdkirina hemû civakê ye. Ji ber vê yekê divê têkoşîna li dijî tecridê jî bibe civakî. Têkoşînek hevpar lazim e. Kesê ketine greva birçîbûnê ne i ber dizî û nelirêtiyê hatine girtin. Ji bo fikrên xwe hatine girtin û çalakiya wan rê nîşanî me dide. Îqtîdar hebûna xwe li ser tunebûna kurdan dimeşîne. Îro li nava Tirkiyeyê hemû kesên dizî, nelirêtiyê dikin û rantê dixwin bi hev ketine. Li cihê tundî hebe civak nikare bi axive. Li vî welatî azadî tune. Ji bo pirsgirêka Kurd çareser nebe, Tecrîda li Îmraliyê pêş xistine li hemû welat belav dikin."    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ TIRKIYE BELAV BÛYE   Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li hemû Tirkiyeyê belav bûye û wiha got: "Îqtîdar naxwaze Kurd bibin xwedî statu û otorîte. Dijminê hebûna Kurdan e. Balafir li ser serê me bombe dibarînin. Mirovên me qetil dikin. Çareseriya hemû pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye."    VÎNA OCALAN BÊTIR XURT BÛYE   Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Başakşehîrê jî li avahiya xwe civîna gel li dar xistin. Ji endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emran Emekçî, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, wekî panelîst amade bûn. Di civînê de Prz. Emran Emekçî, li ser tecrîdkirina Ocalan rawestiya û wiha got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployê radesti Tirkiyeyê kirin. 22 sal in nikarin vîna Ocalan bişkînin. Ocalan 22 sal in li ber xwe dide. Vîna Ocalan bêtir xurt bûye. Ocalan herî dawî bi telefonê bi malbatê re axivî. Di deqîqeya 4’an de telefon qut kirin. Ji ber Ocalan rexne li dewletê kirin telefon qut kir. Li dijî Ocalan hiqûqek taybet heye. Hiqûqa dijminantiyê ye. CPT jî tiştên ku em dibêjin tîne ziman. Lê dewlet vê yekê guhdar nake. DMME'ê ev pêkanînên li Îmraliyê pekî îşkenceyê pênase kir."     Emekçî, bal kişand ser hişmendiya hikûmetê û wiha lê zêde kir: "Ev hişmendî hemû rêyên çareseriyê dixetimîne. Çareserî mezinbûna bloka demokrasiyê û îtîfaqa demokrasiyê ye. Kengî tecrîd bişkê wê demê dê pirsgirêka Kurd çareser bibe."    'DEWLET DI ŞER DE ISRAR DIKE'   Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, jî anî ziman ku li welatê şer lê hebe, birçîbûn, zordarî û girtîgeh hene û wiha axivî: "Tirkye bi Kurdan re di nava şer de ye. Gelê Kurd ji bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşe. Wekî her milletî mafê me jî heye em bi zimanê xwe bi axivin û xwedî nasname bin. Lê her tiştê me înkar dikin. Em vî şerî naxwazin. Birêz Ocalan dibêje bila kes nemire û em vê meseleyê li ser maseyê çareser bikin. Lê ew vê yekê guhdar nakin."    Ozguneş, da zanîn ku êdî girtîgeh li girtiyan kirine dojeh û wiha got: "Lê girtiyên siyasî xwedî vînek pir mezin in. Ev dem dema têkoşînê ye. Em ê tecrîdê bi têkoşîna li qadan û têkoşîna greva birçîbûnê bi dawî bikin.tecridi    GIRSE MEŞIYA Û TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN   Li Navçeya Başakşehirê girse piştî civînê ji avahiya HDP'ê heta Qeta Guvercintepe meşiyan. Girsê di meşê de bê navber dirûşmeya "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana zindana",  “Bijî serok Apo" berz kirin. Di meşê de polîsan êrîşî girsê kir. Polîsan di meşê de dayikek laçik spî derb kir û ciwanek binçav kirin. Tevî êrîşa polisan girse heta Qada Guvercintepe meşiya û xwest tecrîd bi dawî bibe.    'EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN'    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sultanbeylî jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna gel li dar xist. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, Ji Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Raziye Oztuk amade bûn. Li salona civînê pankarta “Em tecrîdê bişkînin, bibin dengê greva birçîbûnê" vekrin. Di civînê de ewil Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Oztuk, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: "Tecrîdkirina Ocalan roj bi roj li hemû beşên civakê belav dibe. Hêzên navdewletî naxwazin ku dengê Ocalan bigêje gelê cîhanê. Ji ber vê yekê li ser gelê Tirkiyeyê jî tecrîdek giran dimeşînin. Birêz Ocalan bi gladyoya navdewletî anîn Tirkiyeyê. Piştî Ocalan anîn Tirkiyeyê ji bo wî girtîgehek taybet li Îmraliyê ava kirin. "    DI TECRÎDÊ DE BI SER NEKETIN   Parêzer Ozturk, bibir xist ku her çend hikûmet û îqtîdar bi tecrîdê bixwazin Ocalan û gel ji hev qut bikin jî bi ser neketine û wiha bi dawî kir: "Pergalê nekarîbû vîna Ocalan bişkîne. Nikarin Ocalan bi gelê Kurd bidin ji bîr kirin. Birêz Ocalan herî dawî gotibû "Dema firsend bidin min, ez dikarin di hefteyekê de pirsgirêkê çareser bikim. Ez dikarim şerê di nava gelan de bi dawî bikim."    TECRÎD DÊ BI TÊKOŞÎNÊ BI DAWÎ BIBE   Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut jî anî ziman ku tecrîd dê bi têkoşînê bi dawî bibe  û wiha got: “Girtî zêdeyî hêza xwe erk û berpirsiyariya xwe pêk tînin. Divê em jî li derve erk û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Tecrîd dê bi têkoşînê bê şikandin."    DIVÊ EM TÊBIKOŞIN   Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî anî ziman ku di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd û gelên din tecrîdek pir giran heye û wiha got: "Niha li Başûrê Kurdistanê şer heye. Li Rojava fesadiyê pêş dixin. Efrîn dakir kirin. Li Bakur zulmek mezin heye. Dîrokê gelek tişt nîşanî me da. Niha sala 2023’an li pêş me ye. Divê em vê yekê baş bizanibin. Divê em tecrîdê bişkînin. Ji bo vê yekê jî divê em têbikoşin."