Kolberek din jî hat kuştin û gel bertek nîşan da 2021-07-27 13:11:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Banê ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat kuştin. Xelkê navçeyê li ber qeymeqamtiya navçeyê li hev kom bû û nerazîbûn nîşan da.   Li gorî malpera Kolbernewsê, ku bûyerên têkildarî kolberan û êrişên rejîma Îranê dişopîne, li ser sînorê Hengejalî ya navçeya Banê, hêzên rejîmê êriş birin ser komek ji kolberan.   Hate ragihandin ku di vê êirşê de kolber Fereydûn Salehî yê ji Bokanê hate kuştin û 12 kolber jî birîndar bûn.   Piştî vê êrişê bi sedan kes li ber avahiya qeymeqamtiya navçeyê li hev civiyan û nerazîbûn nîşanî qetilkirina kolberan dan.