Her du çavên wî kor bûn, wezaretê got 'muhtacî îspatkirinê ye' 2021-09-21 09:02:49 WAN- Yûsûf Bor ku li girtîgehê ji ber binpêkirina mafê wî yê dermankirinê her du çavên wî jî kor bûn, giliyê Wezareta Dadê kiribû. Wezareta Dadê xwe bi vî awayî parast: "Dûrî rastiyê û muhtacî îspatkirinê ye."  Girtî Yûsûf Bor ku li Girtîgeha Wanê ya Tîpa T'yê ji ber tansiyona zêde her du çavên wî kor bûn, bi rêya parêzerên xwe giliyê Wezareta Dadê kir. Bor, dji ber ku mafê wî yê dermankirinê hat binpêkirin kor bûye.    Danişîna dozê li Dadgeha Îdareyê ya 4'an a Wanê hat lidarxistin. Wezareta Dadê jî parastina xwe şand dadgehê û ji bo gilîkirina Bor got: "Dûrî rastiyê û muhtacî îspatkirinê ye."    Wezareta Dadê, di parastina xwe de ya ji dadgehê re şand, berpirsiyarî qebûl nekir. Wezaretê di parastina xwe de derpêş kir ku li hemû girtîgehan kontrola tenduristiyê tê kirin û şert û mercên girtîgehan jî bi baldan tên şopandin û ne pêkan e ku tenduristiya dozdar ji ber şert û mercên nebaş wisa bûbe û got: "Dozdar tenê sê salan di girtîgehê de maye. Di vî sê salî de li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê hatiye dermankirin û ji ber vê mehelê li nexweşxaneyê maye û ji aliyê nexweşxaneyê ve hatiye tabûrcîkirin. Lewma angaştên dozdar dûrî rastiyê û muhtacî îspatkirinê ne û tu pêwendiya zirara ku dozdar angaşt dike û xizmeta wezaretê bi hev re tune ne. Ji ber hindê divê biryara redkirina dozê bê dayîn."    DOZ HAT TALOQKIRIN   Dadgehê parastina wezaretê esas girt û ji ber peywirdariyê dozê red kir û dosyeyê ji Beşa Hiqûqê ya Dadgeha Lihevnekirinê re şand. PIştî vê parêzerê bor Rohat Kûrt jî cardin li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê wezaretê kir. Daxwaznameya ji Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Wanê re hat şandin hat qebûlkirin û darizandin ji nû ve dest pê kir. Parêzer Rohat Kûrt, anî ziman ku rapora ji 90 çavên Bor kor bûne ji aliyê ATK'ê ve hat daîn, lê girtîgehê ew berneda. Kûrt, destnîşan kir ku neberdana muwekîlê wî binpêkirina herî mezin e. Kûrt, diyar kir ku sûcê girtî çi dibe bila bibe, gava ATK rapora "nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne" bide girtî û li ser vê girtî neyê berdan, ev ne di warê hiqûqî ne jî di warê wijdanî de nayê qebûlkirin.