Sergardiyan daxwaznameyên girtiyan nadin îdareyê! 2021-09-21 09:12:10 ÎZMÎR - Hevseroka OHD'ê ya Şaxa Îzmîrê Şukran Ozturk, çavdêriyên xwe yên derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê parve kirin û anî ziman ku sergardiyan daxwaznameyên girtiyan radestî îdareyê nakin.  Bi şewba Covîd-19'ê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûn. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê Şukran Ozturk, behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê kir.    GIRTÎGEHÊN HERÊMA EGEYÊ   Ozturk, anî ziman ku nêzî salekê ye serdana girtîgehên herêma Egeyê dikin û guh li pirsgirêkên girtiyan dikin. Ozturk, diyar kir ku girtiyan ragihandiye ku binpêkirinên mafan pir zêde bûne û got: "Girtî nikarin mafên xwe bi kar bînin. Îdareya girtîgehê mafê telefonê bi awayekî kêfî asteng dike. Di warê peydekirina kovar û pirtûkan de pirsgirêk heye. Li qawîşekê herî zêde divê 10 pirtûk hebin. Pirtûk û nameyên kurdî bi hinceta 'wergêr tune ye' nayên dayîn. Daxwaznameyên girtiyan ên derbarê binpêkirinên mafan de nagihên saziyan. Li hin girtîgehan daxwazname ji aliyê sergardiyan ve radestî îdareyê nayên kirin."    GIRTIYÊN NEXWEŞ BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYAN DE NE   Ozturk, bilêv kir ku li girtîgehan şewb veguheriye krîzê û got: "Bi şewbê re li girtîgehan polîtîkayên tecrîdê kûrtir bûne. Girtî dema diçin nexweşxaneyê, di vegerê de 15 rojan di odeyên karantînayê de tên ragirtin. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tim di hucreyeke yekkesî de tên ragirtin. Ev pêkanîn wekî tevdîrên di çarçobeya tevdîrên şewbê de berpêşî me tên kirin."   ÊN NAYÊN BERDAN   Ozturk, bal kişand ser rewşa girtiyên ku înfaza wan temam bûye, lê nayên berdan jî û got: "Gava em li hinceta neberdana wan dinerin, em dibînin ku biryarên wekî 'ji rêxistinê veqetiyaye yan na, samîmî ye yan na' tên dayîn. Ev jî di warê derûnî de tê wateya tecrîdkirina girtiyan. Tu hinceteke berbiçav a vê bêhiqûqîtiyê tune ye, xwe nasipêre tu qanûnekê jî."    'EM BIBIN DENGÊN WAN'   Ozturk, destnîşan kir ku civak divê xwedî li girtiyan derkeve û got: "Em ji binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dikarin bibînin ku bê aqilê îqtidarê aqilekî çi qas faşîst e. Li girtîgehan hiqûq hatie jibîrkirin. Lewma divê civak bibe dengê girtiyan."