Di 6 îhaleyên bi 15 milyon TL'yî de nelirêtî 2021-09-21 09:12:11 MÊRDÎN - Qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman û midûrê Şîrketa Kentê Yûnûs Emre Akça ku Yaman jê re digot "biraziyê min" jî di nav de derbarê 9 kesan de ji ber nelirêtiya di 6 îhaleyan de lêpirsîn hat destpêkirin. Yekûna pereyî ya îhaleyyan nêzî 15 milyon TL ye. Tevî qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman ku Wezareta Karên Navxweyî di 10'ê Hezîrana 2020'an de ew ji peywirê girt û anî navendê, derbarê 9 kesan de bi hinceta di îhaleyan de nelirêtî kirine lêpirsîn hat destpêkirin. Li şaredariya ku hê jî di destê rêveberiya qeyûm de ye, mifetîşên milkiyeyê di navbera 2016-2020'an de lêkolîn kiribûn û di 36 îhaleyan de nelirêtî tespît kiribûn û ji ber vê destûr dabûn ku derbarê Mustafa Yaman û 70 kesî de lêpirsînê bê destpêkirin (link).   Wezaretê, Mûstafa Yamanê herî dawî anî navendê û kir Sermifetîşê Milkiyeyê, di 19'ê Tebaxa 2019'an de cara dudyan wekî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû.    Piştî ku li şaredariyê di 6 îhaleyên din de jî nelirêtî hat tespîtkirin, wezaretê destûr da ku derbarê Yaman û Yûnûs Emre Akça ku Yaman ji derdora xwe re digot "biraziyê min e" û di dema qeyûmtiya xwe de ew kiribû midûrê Şîrketa Kentê û 6 kesên din de destûra lêpirsînê da.    BEDÊLA 6 ÎHALEYAN NÊZÎ 15 MILYON TL YE   Di nav 6 îhaleyên ku hat tespîtkirin di wan de nelirêtî hatiye kirin, îhaleyên wekî kirêkirina wesayîtan, dîregên bimotîf ên bisêtkr û hin îhaleyên dan û stendinê hene. Yekîna giştî ya van îhaleyan nêzî 15 milyon TL ye.    Li gor agahiyên di lêpirsînê de, ji bo îhaleyên derbarê karên çêkirinê de "bi peydekirina yekser" bên çêkirin, wekî "îhaleya stendinê" hatine nîşandan. Lewma hat diyarkirin ku ev îhaleyên navbirî ne li gor bendên (b) û (f) ên xala 21'ê ya Qanûna Îhaleyê ne û ji ber vê nelirêtî hatiye kirin.   DABEŞ KIRIN   Li gor vekolînên mufetîşan, ji bo îhale "bi peydekirina yekser" bên kirin, kar hatine dabeşkirin û miqdarên stendinê yên hatine nîşandan jî li qanûnê anîne. Hat destnîşankirin ku "Ji ber bi usûla bazariyê şertên guncan ên îhaleyê çênebûne, îhale li gor xala 21f ya Qanûna Îhaleyê hatine kirin."    BI TENA SERÊ XWE ÎHALE AMADE KIR, TEHSÎLAT DA   Agahiyên derbarê îhaleyeke bi 2 milyon TL'yî de, pir balkêş in. Li gor van agahiyan, midûrê Şîrketa Kentê yê wê demê Yûnûs Emre Akça bi tena serê xwe ewraqên îhaleyê û şertnameya teknîkî îmze kiriye û daxilî nav komîsyona îhaleyê bûye û fermana tehsîlatê jî bi tena serê xwe îmze kiriye.    Di lêkolînên hatine kirin de jî nehatiye tespîtkirin ku Akça di îhaleyyan de "peywirdarê pêkanînê" ye.    1.7 MILYON TL ZÊDE DAN FÎRMAYAN   Mufetîşan, tespît kir ku kesên îhale çêkirine milyon û 715 hezar TL zêde dane fîrmayên îhale bi dest xistine.    MA / Ahmet Kanbal