Jin amadekariyên mîtîngê dikin: Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin 2021-09-21 09:12:12 AMED - Aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren diyar kir ku êdî tecrîdê, qirkirina jinê û nîjadperestiya li ser kurdan tehamûl nakin û got: "Em ji bo azadiya xwe ji malê dertên. Lewma em dibêjin 'Niha dem dema jinê ye." Uren, ji bo mîtînga 16'ê Cotmehê bang li jinan kir.  Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 16'ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Amedê mîtîngekê li dar bixin. Jin dê beriya mîtîngê serdana bajar, navçe û taxan bikin û ji bo beşdarbûna mîtîngê bang bikin. Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren, polîtîkayên li ser jinên kurd tên pêşxistin nirxandin û ji bo mîtîngê bang kir.    JINA BERXWEDÊR   Uren, anî ziman ku ew jinên kurd ên li Tirkiyeyê dijîn hem li hundir hem jî li derve bi êrişine mezin re rû bi rû ne û got: "Li ber jiyan û azadiya jina kurd astengiyên mezin hene. Îqtidara şovenîst û nîjadperest li ser jinên kurd polîtîkayan çêdike. A rast tenê êrişeke fizîkî nakin; di ser ziman. çand û jiyanê de jî êrişeke derûnî dikin. Me ji Leyla Qasiman heya niha pir bedêlên giran dan. Hê jî em didin. Feraseta tekparêz a îqtidara AKP-MHP'ê her roj êrişên xwe zêdetir dike. Dixwazin destkeftiyên jinan ku jinan bi têkoşîna xwe ew bi dest xistine, berteref bikin. Lê li hemberî van êrişên mezin, parastineke mezin jî heye."    AZADÎ   Uren, bal kişand ser girîngiya daxilbûna jinan a nav siyasetê û destnîşan kir ku hêz û bandora jinê li hemû qadên jiyanê heye û got: "Li hemberî jinên datên qadê û heqîqetê eşkere dikin di cidî êudaxile çêdibin. Li hemberî xeta azadiyê xeta kapîtalîst li wan tê ferzkirin. Nahêlin jin azad bibe. Em vê gefê pir dibiihîsin. Li dijî van êrişên ku li Kurdistanê li hemberî jinan, ciwanan û zarokan tên kirin, parastin pir girîng e. Em di xwesteka xwe ya ji bo azadiyê de biisrar in. Em ê pergala kapîtalîst pûç bikin."    ‘EM BI KUŞTINÊ NEQEDIYAN'    Uren, bilêv kir ku jina bîrewer dê li hemberî êrişan bi awayek bihêz xwe biparêze û got: "Em kevirên çewt hatine danîn rast dikin. Tişta ku niha em dikin tiştekî pir şiyandar e. Em jiyaneke nû ava dikin û helbet dê beêdleke vê hebe, em hay ji vê hene. Lê em ê van êrişên sîstematîk bişikînin. Êdî em tecrîdê, qirkirina jinê û nîjadperestiya li kurdan tê kirin hew tamûl dikin. Dixwazin bi tecrîdê têkoşîna azadiyê biqedînin. Em ji bo azadiya xwe ji malê derdikevin. Lewma em dibêjin 'niha dem dema jinê ye.'"    ‘TIŞTA EM WINDA BIKIN TENÊ KOLETÎ YE'    Uren, bal kişand ser bijartina cihê mîtîngê û bilêv kir ku cihê wê Amed e û bi awayekî dîrokî xwedî girîngiyeke pir mezin e. Uren, destnîşan kir ku Amed di berxwedan jinê de pêşeng e û got: "Gelek siyasetmedar an jî aktivîstên jin an hatin girtin an jî hatin sirgûnkirin. Tiştekî ku em winda bikin tune ye. Tekane tişta ku em winda bikin koletî ye. Em ji ber çîroka xwe û hebûna xwe tên qetilkirin û kuştin. Tişta ku em naxwazin winda bikin azadî ye. A ku hebûna me didomîne azadî ye û ji bo vê bedêl çi dibe bila bibe em ê bidin."    RÊXISTINBÛYÎNA JINÊ   Uren, destnîşan kir ku dê bi Rêya Sêyem di xeta jinê de israr bikin û got: "Em li kendava di navbera azadî û koletiyê de ne. Em jinên kurd, ji bo hemû jinan têdikoşin. Berê kurd nedihatin naskirin, lê niha kurd li seranserê cîhanê tên naskirin û bi piranî jî yên berbiçav jinên kurd in. Cîhanê hemû bi çavê xwe dît ku jinên kurd li dijî DAIŞ'ê şer kirin û li ber xwe dan. Ev ji bo me bû cihê kelecaneke mezin. Jin hemû bi êrişê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê jin tên kuştin û tu temînata jiyana jinekê tune ye. Mêr nikarin me biparêzin, a ku me biparêze piştevaniya jinê ye. Jin dikarin hev du rizgar bikin. Em ê mal bi mal, tax bi tax bigerin û vê ferasetê tune bikin. Em piştî vê saetê paş de gav navêjin."    BANGAWAZÎ JI BO MÎTÎNGÊ   Uren ji bo mîtînga 16'ê Cotmehê jî bilêv kir ku telêbûna vê mîtîngê pir girîng e û bang li hemû jinan kir: "Em ê biçin her malê. Jinên serî rakirine qethiyen ne bi tenê ne. Em ê êrişên li ser bedena xwe û fikira xwe, bi deng û rengê jinê bidin sekinandin. Em ê ji vê mîtîngê heya 25'ê Mijdarê, ji 25'ê Mijdarê heya 8'ê Adarê bênavber bitêkoşin. Divê em zilmê, faşîzmê, êrişên li ser jinan û kurdan pûç bikin. Lewma banga me ji bo hemû jina ye. Em jin hemû xwe bigihînin hev, em hev fêm bikin. Em tevli mîtîngê bibin."    MA / Eylem Akdag