Li 3 bajaran serdegirtinên malan: 9 kes hatin binçavkirin 2021-09-21 09:50:30 EDENE - Di serdegirtinên malên rêveberên Çûkûrova TÛHAY-DER û TÛHAY-DER’a Edeneyê de , 9 kes hatin binçavkirin.  Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” daye destpêkirin de li Edene, Mêrsîn û Sêrtê, polîsan bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUHAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edeneyê de jî girtin. Hat hînbûn ku polîsan piştî lêgerîneke demdirêj dest danîn ser gelek evraqên fermî.    Di serdegirtinên malan ên heman lêpirsînê de li Edene, Mêrsîn û Sêrtê de rêveberên TÛHAY-DER’a Edeneyê Zakîr Akalın, Sînan Baldûz û 7 kesên ku navên wan nehatin zanîn hatin binçavkirin.