9 sal zêdetir ceza dan girtiyê ku înfaza wî hat şewitîn 2021-09-21 10:39:40 ÊLIH - Înfaza girtî Resûl Baltaci, ku salek mabû ji girtîgehê derkeve, ji ber du dosyayên cuda yên derbarê wî de hatine vekirin, hat xera kirin. Parêzer Aslihan Bûlût diyar kir ku cezayê Baltaci yê 36 sal bûn, derxistine 45 salan û bi lêv kir ku dozgerê ku hesabeke xelet kiriye, xwe xistiye şûna dadgehê.  Resûl Baltaci, ê li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê dimîne, ji ber sedemên siyasî di 12’ê Kanûna 1992’an de piştî li Êlihê hat girtin, cezayê muebbetê yê hefsê lê hat birîn. Baltaci yê 29 sal in di girtîgehê de ye, salek mabû ku were berdan, dozgeriyê bi du dosyayên cuda ên bi îdiaya “Tiştên qedexekirî birine girtîgehê” derbarê wî de hatine vekirin, înfaza wî şewitand.    Derbarê Baltaci de doza ewil bi hêceta ku pirtûka qedexekirî li odeya wî bû, hat vekirin. Di vê dozê de ji Baltaci re 10 meh cezayê hefsê hat xwestin. Di Adara derbasbûyî de dema lêgerînê de li odeya Baltaci qertekî ku wêneyên Kemal Pîr û Mazlûm Dogan ên di serdema 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê jiyana xwe ji dest dabûn, ser bûn hat girtin.    MUDDETNAMEYA DOZGERIYÊ   Rayedarên girtîgehê têkildarî qert, bilezûbez girtek girtin. Bi muddetnameya ku Serdozgeriya Komarê ya Duzceyê amadekirî jî înfaza Baltaci hat şewitandin. Di muddetnameyê de, biryara ku heta were berdan (heta dîroka şewitandina înfazê) di girtîgehê de bimîne hat dayîn.    HESABA XELET HAT KIRIN   Parêzera Baltaci Aslihan Bûlût, bi lêv kir ku di muddetnameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Duzceyê hatiye vekirin de bi hêceta ku Baltaci, 3 cezayên hucreyê girtine înfaza wî hatiye şewitandin û demê berdana wî ya bi şertê kontrola edlî hatiye dirêjkirin. Bûlût, da zanîn ku şûna cezayê hefsê yê muwekîlê wî 36 sal bin  weke 45 sal hatine nivîsîn û wiha got: “Hesab xelet hatiye kirin, dozger xwe xistiye şûna dadgehê û hewl daye ceza bide.”   Bûlût, anî ziman ku îtîrazî Dadgeha Înfazê kirine, lê hêj tu encam negihiştiye ber destê wan.    GIRTIYÊ NEXWEŞ   Malbata Baltaci a li Êlihê dijî jî bertek nîşanî dirêjkirina ceza ya bi hêcetên bêbinî dan. Malbatê diyar kir ku ew qartê tê îdiakirin ku bi rêya qeçax xistine girtîgehê, beriya 3 salan bi posteyê şandine girtîgehê û li ser mohra girtîgehê ya “hat dîtin” heye. Malbatê dan zanîn ku Baltaci jî girtiyê nexweşe û mayîna wî ya girtîgehê jiyana wî xistiye metirsiyê û xwestin bêhiqûqiyê tê jiyîn demildest bi dawî bibe.   DARIZANDIN 14 SALAN DOM KIR   Baltaci yê mehekê di bin çavan de îşkence dîbîne, di encama darizandina 14 salan domkir de mehkûmî cezayê muebbetê hatibû kirin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana Baltaci qebûl kiribû û di sala 2006’an de di encama darizandina dirêj de Tirkiye mehkumî tazmînatê kiribû. Baltaci yê 29 salan girtiye û bêyî daxwaza xwe sewqî gelek girtîgehan hat kirin di nav lîsteya girtiyên nexweş de ye. Baltaci yê fitika wî ya piştê, nexweşiye mîde û pirsgirêka çavan dijî, tayên lingê wî yê çepê jî qetiyane.   MA / Fethî Balaman