Cenazeyên kolberên ku hatin qetilkirin bi saetan di bin tavê de man 2021-09-21 11:00:51   COLEMÊRG - Cenazeyên 2 kolberên ku di encama êrişên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan, piştî ku bi saetan di bin tavê de man rakirin ATK yê. 9 kesên di bin çavan de jî li navçeya Elbakê tên girtin.    Di sêgoşeya mezraya Deraw a gundê Xaşkan ê navçeya Elbaka Wanê, gundê Bilindbasan ê navçeya Gevera Colemêrgê û gundê Kuranî yê bajarê Ûrmiye yê Kurdistana Rojhilat de di encama bomberana helîkopteran a Tirkiyeyê duh kolber Sozdar Ehmed (19) û Elîşan Ehmed (16) jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê du kolberan ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Colemêrgê. Mikaîl Hatemî, Ferzad Hatemî, Diyar Hatemî, Axîn Hatêmî, Guldanî Hatemî, Zêro Hatemî, Kinyas Hatemî, Axacan Hatemî û Behzat Hatemî yên eskeran binçavkirin jî birin Fermandariya Cendermeyan a Elbakê.    CENAZE BI SAETAN HATIN SEKINANDIN   Ş.Î. yê li gundê Kuranî yê Ûrmiyeyê dijî, kêliya êrişê û piştî wê vegot. Ş.Î. diyar kir ku di şeva 19 Îlonê de 11 kolber ber bi gundê Deraw ê girêdayî navçeya Elbakê ve bi rê ketin û wiha got: “Di saetên serê sibê de helîkopter êrişî wan dike. Dema êrişê de kolberek li me geriya û got ku helîkopter li wan guleyan dibarîne. Pişt re têkiliya me qût bû. Em hîn bûn ku duh êvarî cenazeyên me ji cihê bûyerê hatine rakirin. Cenazeyên me bi saetan di bin tavê de mane. Rewşa kesên di bin çavan de jî em nizanin.”   SÎNOR HAT GULEBARANKIRIN   Sadeş Pîlîfken ê li gundê Kuranî dijî jî da zanîn ku piştî kolber hatin qetilkirin xeta sînor bi saetan hatiye topbaran kirin.