Tirkiyeyê Qendîl û Asosê bombebaran kirin 2021-10-15 12:30:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirkiyeyê bi awayekî hemwext gelek gund û herêmên dikevin ser Binarê Qendîl, Pişder û Asosê bombebaran kirin.   Balafirên şer ên Tirkiyeyê gelek gundên bi ser Herêma Kurdistana Federe ve bombebaran kirin. Li gorî nûçeya di RojNewsê de cih digire, gelek balafirên şer ên Tirkiyê îro bi awayekî hemwext di derdora saet 10.30’an de êrişî gundên li herêma Binarê Qendîl, Sengeser, Pişder û Çiyayê Asosê kirin.   Li gorî agahiyan cihên ku hatine bombebaran kirin wiha ne: Dola Balayan, gundê Xeznê, gundê Koylê ku dikeve ser bi Qesrê, çiyayê Bêrimke, çiyayê Ehmedê li beramber Zînî Wertê û Serkepkan, gundê Sêweysê yê girêdayî bajaroka Sengeserê ku dikeve Pişderê.   Her wiha tê gotin ku, gundên Asosê jî hatine bomberankirin lê têkildarî wê herêmê hîn agahiyên zelal bidest neketine. Ji ber rewşa ne asayî û ne ewle ya herêmê, derbarê zirer û ziyanan de heya niha tu agahî bi dest neketine.