Parêzerên Doza Kobanê: Biryara DMME’ê nayê bicihanîn 2021-10-15 13:59:06   STENBOL - Parêzerên Doza Kobanê diyar kirin ku biryarên DMME'yê yên derbarê muwekîlên wan de nehatine bicihanîn û gotin: "Ev doz berhema pêvajoyeke siyasî ye, ne hiqûqî ye."   Endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî Doza Kobanê ku 5'emîn rûniştina dozê wê di 18'ê cotmehê de bê dîtin, li oteleke Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xistin. Li salona ku daxuyanî hat dayîn pankarta "Em li dijî komployê heqîqetê diparêzin" hat daliqandin. Ji parêzerên dozê Ezgî Gungordu, Veysi Eskî û Ramazan Demîr, wekîla HDP'ê Zuleyha Gulum beşdarî daxuyaniyê bûn.   400 KLASOR    Parêzera Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Ezgî Gungordu ku di civînê de pêşî axivî, bal kişand ser bêhiqûqiyên di pêvajoya darizandinê de. Gungordu destnîşan kir ku muwekîlên wan ji Mijdara 2016’an vir ve girtî ne û dozên li dijî Hevserokên berê yên HDP’ê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş hîn didomin û fezlekeyên Kobanê di dosyayên wan de cih girtine. Gungordu diyar kir ku serlêdanên wan ji hêla dadgehê ve hatine redkirin her çend wan destnîşan kiriye ku doza hatiye vekirin dozek dubare ye û dosya dozê ji 3 hezar û 530 rûpelan pêk tê û gihîştiye 400 klasoran.    PÊVAJOYEK SIYASÎ YE    Gungordu destnîşan kir ku heyeta dadgehê ev îdianame di demek pir kin de qebûl kiriye û ev yek ne mumkun e û ji bo her muwekîlê wan 37 cezayên heta hetayê û cezayên giran hatine xwestin. Gungordu bal kişand ku di lêpirsîna di sala 2014’an de hatiye destpêkirin de bi salan pêşkeftinek çênebûye û got: "Ev nîşan dide ku doz ji pêvajoya qanûnî bêtir hilberînek pêvajoyek siyasî ye. Pirsgirêke ku dozger di sûcdarkirinên ewqasî giran de çawa gav neavêtiye. Em bi gelek neheqiyan re rûbirû man. Di danişîna ewil de destûr ji parêzeran re nehat dayîn bikevin hundir. Tespîta nasnameyan bêyî parêzeran hat kirin. Em bi pêvajoyek ku bi danûstandinên neqanûnî dest pê kir re rûbirû ne.”    BIRYAR BICIH NEHATIYE    Gungordu diyar kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê muwekîlên wan de ji aliyê dadgeha Tirkiyê ve nehatine bicihanîn û got: "Ev dosya dosyayek siyasî ye. Dosyeyek li dijî muxalefetê ye. Divê hemî rêxistinên girseyî yên demokratîk xwedî li vê dozê derkevin.”    Piştî Gungordu, parêzer Veysi Eksîk û Ramazan Demîr û parlamenter Zuleyha Gulum jî axivîn û bal kişandin ser naveroka siyasî ya dozê û banga beşdariya dozê kirin û xwestin biryara DMME'yê were sepandin.