Civîna Tifaqa Kurdistanî: Peywira me ya herî girîng yekrêziya li dijî şer e 2021-10-15 14:02:02   AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di civîna partiyên Tifaqa Kurdistanî de axivî û bal kişand ser gotinên şer ên hikûmetê û ev tişt got: “Wezîfeya me ya herî girîng ew e ku em yekitiya herî berfireh a li dijî şer niha û yekser bê afirînin.”   Partiyên Tifaqa Kurdistanî li Amedê li otêlekê civînek li dar xistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş, Endamê Meclîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alî Haydar, Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadî Cemal Sati, Endamê Komeleya Kurdên Demokrat a Şoreşger (DDKD) Halîm Îpek û parlamenterên HDP'ê Îmam Taşçier, Semra Guzel, Nûsrettîn Maçîn û Necdet Îpekyuz beşdarî civînê bûn.   Di navbera civînê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar daxuyaniya hevpar a hatibû amadekirin xwend û diyar ku ew bi armanca ku nêrînên partiyên hevalbend ên Kurdistanî yên li ser deklarasyona ku di 27 'ê îlonê de aşkera kirine bigirin hatine gelhev. Sancar, bi bîr xist ku ew di nava Tifaqa Kurdistanî de ne û ji bo di dema pêş de bi biryara hevgirtina derfetên xwe yên ji bo aştî, demokrasî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û destpêkirina demokrasiyeke nû li hev civiyane.    YEKÎTIYA LI DIJÎ ŞER   Sancar, da zanîn ku wan bi partiyên kurdî re nîqaşên pir girîng, berhemdar kirine û di berdewamê de ev tişt gotin: “Em ê xebatên xwe ji bo avakirina pêşerojê bi hev re xurt bikin û em pê bawer in ku em dikarin xurtir bikin. Di vê kêliyê de yek ji pirsgirêkên herî zêde zext li Tirkiyeyê tê kirin, pirsgirêka aştiyê ye. Şer weke amûra herî girîng a van polîtîkayan tê bikaranîn. Van demên dawî, em îtirazên şer ji nû ve bi dengekî bilind dibihîzin. Wezîfeya me ya herî girîng ew e ku em niha û yekser yekîtiya herî berfireh a li dijî şer biafirînin. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi tevgereke aştiyê ya xurt heye. Ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi şerekî xurt ê li dijî şer heye.   CIHÊ AŞTIYA XURT    Bêguman ji bo mezinkirina vê tevgera mezin a aştiyê li tevahiya Tirkiyeyê em ê bixebitin. Lê ez dixwazim balê bikişînim ser wê yekê jî ku ev der cihê destpêkirinê ye, ev ax e. Ji ber ku polîtîkayên şer li ser axa Kurdan, li Sûriyeyê, li başûrê Kurdistanê tê meşandin. Ji ber vê yekê, em di wê baweriyê de ne ku herêma kurdan cihê bingehîn ê temaşekirina tevgereke xurt a aştiyê ye. Em tevgereke xurt a aştiyê ya Tirkiyeyê ava bikin, lê belê dibe ku dema me nebe ku em li benda vê bisekinin. Heke em li bendê bin, îhtîmaleka baş heye ku pir dereng e. Ji ber vê yekê, di serî de pêwîstiya me bi tevgereke xurt a aştiyê ya kurd heye. Werin em bi hev re tifaqeke kurdan a li dijî şer ava bikin. Em ji vir bi tevlîbûna herî berfireh a li şer re dengê herî xurt bilind bikin.    DI MIJARA TEVGERA AŞTIYÊ YA KURD DE ISRARKIRIN   Ez bawerim ku tevgera aştiyê ya kurd wê bi lez û bez dest li Tirkiyeyê werde. Wê ne tenê bandorê li Tirkiyeyê bike, di heman demê de wê li Rojhilata Navîn ji bo aştiyê bibe çavkaniyeke xurt a mafan. Li gorî min di şêwrên xwe yên di vê mijarê da em di heman rûpelê da ne, ez dibînim.  Bi emelkirina xebatan di zûtirîn demê de em ê rêbaz û bernameya li vir bi danûstandinên ku me dane destpêkirin û niha jî dewam kirine, pêşkêş bikin.”   Piştî ku Sancar bersiv da pirsên rojnamegeran civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.