Jinek û zaroka xwe di girtîgehê de bi Kovîd-19’ê ketin 2021-10-15 14:11:26   HATAY - Girtiya bi navê R.O. ku serlêdanên wê yên ji bo taloqkirina înfazê hate redkirin, li Girtîgeha Îskenderûnê bi zaroka xwe ya 2 salî re ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, bi Kovîd-19’ê ket.    Hevjînên hev R.O. û Ş.O. ku ji ber bûyereke edlî hatin mehkûmkirin, ji sala 2018’an ve li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê ya Hatayê bi zaroka xwe ya 2 salî re ku ji pişika xwe nexweşe re girtî ne. Zarok û dayika wê R.O. ku bi Kovîd-19’ê ketine ev du roj in di karantînayê de tên girtin. Parêzer Mehtap Sert ku bi hevjînan re hevdîtin kir, diyar kir ku zaroka li girtîgehê ji dayik bûye û dayika wê di qawîşa cixare tê de tê kişandin de tên ragirtin û niha dayik û zarok bi vîrûsa koronayê ketine. Sert, da zanîn ku Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî li şûna ku li zarokê xwe miqate be formeke ku rewşa zarok vedibêje şandiye û wiha got: “Nayê qebûlkirin ku wezaret weke firmaya anketê nêzîkî vê bûyerê bibe.”    'NE HIQÛQÎ Û WIJDANÎ YE'   Prz. Sert, anî ziman ku hemû serlêdanên dayikê yên ji bo ku li zaroka xwe ya nexweş binêre, cezayê wê were taloqkirin rayedarên fermî redkirine û wiha axivî: “Jixwe li derve du zarokên malbatê hene. Û ji ber ku berpirsê van zarokan dê û bav tune ye, pêdivîya wan bi dayikekê heye. Bêguman ji revê re ne gumanbar in. Zaroka 2 salî nexweş e û nexweşiya wê ya pişikê heye. Di girtîgehê de rewşa tenduristiya zarok xirab dibe. Şûna ku cezayê dayikê were sekinandin, li dijî qanûn û ûsûlê redkirina serlêdana wê ne hiqûqî ye ne jî wijdanî ye. Têkildarî rawestandina înfazê me serî li Dozgeriya Komarê da.”