Danişîna parêzerên ku qayûman şermezar kiribûn hat dîtin 2021-10-15 14:31:04   ÎZMÎR – Danişînê parêzerên ku ji ber nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên HDP’ê dabûn doz li wan hatibû vekirin hat dîtin.    Li Îzmîrê, ji ber ku tayînkirna qeyûman a ser şaredariyên HDP’ê şermezar kiribûn, doz li 26 parêzerên Komaleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) hatibû vekirin. Danişîna doza parêzeran li 8’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Îzmîrê hat dîtin. Parêzerên ku tevlî danişînê bûn parastina xwe kirin û gotin ku tevlîbûna daxuyaniyha çapemeniyê ne sûc e û mudaxila polisan a li hemberî wan ne hiqûqî ye.    Parêzeran, destnîşan kir ku dadgerê ku doznameya ji aliyê dozgeriyê ve derbarê wan de hatiye amadekirin kêm dîtiye û xwestiye ku bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” doznameya careke din bê amadekirin, daxwazeke nehiqûqî kiriye.   DAXWAZA REDÊ   Parêzeran ji ber helwesta dadger a beriya danişînê û dema danişînê daxwaza reda dadger kir. Dadgehê reda dadger re dkir û danişînê taloqî 11 'ê sibata 2022'an kir.