Çarkin di Doza JÎTEM’ê de axivî: Ez dixwazim bi bersûcan re rûbirû bibim 2021-10-15 15:17:38   ENQERE - Ayhan Çarkin, yek ji bersûcên Doza JîTEM’ê ya Enqerêyê diyar kir ku ew bi biryara xerakirina dozê razî ye û ew dixwaze bi bersûcên din re rûbirû bimîne.   Li Tirkiyê carek din têkildarî cînayetên siyasî ku dibe pêk werin nîqaşan dest pê kir. Lîderên muxalefetê diyar dikin ku lîsteyên cînayetên siyasî hatine amadekirin. Li gel vê nîqaşê dozek girîng a cînayetên siyasî yên salên 1990’î li Enqereyê pêk hatin, hat lidarxistin. Rûniştina Doza JÎTEM'ê ku derbarê kuştina Midurê Nifûsê yê Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin jî di nav de 19 kesan ku navbera salên 1993-1996’an de li Enqere û bajarên derdorê hatibûn kuştin, bi hinceta siyasî hat vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat lidarxistin.    Dadgeha xwecihî derbarê berpirsên wan kuştinên siyasî de biryara beraetê dabû. Dadgeha Herêmî ya Enqereyê di 5’ê nîsanê de biryarê xera kir û xwest ew bersûc carek din werin darizandin. Bersûcên wek Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Agar, Serokê Daîreya Tîmên Taybet İbrahim Şahin, Korkut Eken, Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Ziya Bandirmalioglu, Ercan Ersoy, Ahmet Demîrel, Ayhan Ozkan, Seyfettin Lap, Enver Ulu, Ugur Şahin, Alper Tekdemîr, Yusuf Yuksel, Abbas Semih Sueri, Lokman Kulunk, Mahmut Yildirim, Nurettîn Guven, Muhsin Korman ji sûcê “Di çarçoveya sûcên çekdarî de kuştina mirovan” ji nû ve tên darizandin.   Ji ber ewyana rûniştinê ya 1’emîn Dadeha Cezayê Giran biçûk bû rûniştin li eywana 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin.    Gelek parêzer û siyasetmedarên HDP’yî beşdarî danişînê bûn.    Li ewyanê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin. Ewilî şandeya dadgehê hat ewyanê û pişt re jî bersûc Ayhan Çarkin ku li xwe mikûr hatibû hat eywanê. Tespîta nasnameya Çarkin hat kirin.    Serokê dadgehê diyar kir ku biryara derbarê kuştina hevjînê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, Savaş Buldan de derbasdar e ji ber ku îtiraz nehatiye kirin.    Parêzer Sertaç Ekîncî diyar kir ku ev biryar ji bo Savaş Buldan derbasdar e.    Serokê dadgehê got: "Ev ne biryara paşvexistina Dadgeha Bilind e. Ne hewce ye ku hûn hemû parastinê bidin.” Serokê dadgehê hişyarî da bersûcan.    ‘EZ DIXWAZIM BI BERSÛCAN RE RÛBIRÛ BIBIM’    Bersûc Ayhan Çarkin jî têkildarî xerakirina dosyeyê wiha got: “Ez bi biryara dadgehê razî me. Ez dixwazim bi bersûcên din re rûbirû bibim. Ez dixwazim ku bûyer bên lêkolîn û lêpirsînkirin.”   Parêzerên bersûcan jî got delîl hatine berhevkirin û wek din ne hewce ye delîl werin berhevkirin û daxwaza beraeta miwekîlên xwe kirin.    Danişîn berdewam dike.