'Yek ji serdemên herî tarî diqewime' 2021-10-15 15:40:51   EDENE - Parlamenterê TÎP'ê Ahmet Şik diyar kir ku, bi qeyrana aboriyê ya ji ber bertîl û talanê, yek ji serdemên herî tarî diqewime.    Parlementerê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik li Cemiyeta Rojnamegerên Çukurovayê bi rojnamegeran re hat gel hev. Şik li vir axivî û diyar kir ku bi kûrbûna qeyrana aboriyê re, yek ji serdemên herî tarî ye ku her kes ji bo siberojê di nava fikaran de ye diqewime. Şik anî ziman ku di nava xizanî û pergala talanê yên bûne sedema qeyranê de xizaniyeke tirsnak heye. Şik diyar kir ku li gel zextan jî rojnameger bi hêvî karê xwe dikin hene.    Şik, gotinên desthilatê yên “helalkirinê” yên îqtidarê rexne kir û wiha got: “Bi rêxistineke sûcdar re helalkirin nabe. Yên ku vê dibêjin, gelo bersiva pirsa '128 mîlyar li ku ye?' mereq nakin?”