Hevseroka Giştî ya DBP'ê Aydenîz banga mîtînga jinan kir 2021-10-15 16:28:10   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz , ji bo mîtînga jinan a Amedê bang kir û ev tişt got: "Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî şîdeta dewleta mêr afirandiye dengê xwe bilind bikin."    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, li ser hesabê xwe yê medya sanal ji bo mitînga ku wê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û DBP'ê ve di 16'ê cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.    Banga Aydenîz wiha ye: "Em jin sibe li Qada Stasyonê li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin û aştiyê biqîrin. Em dibêjin 'niha dema azadiyê ye' ku ji nîjadperestî û zayendîperestiya ku şîdeta dewletê ya mêr li jinê dike re bêjin 'na'. Sibe saet 13.00.m 'an li Qada Îstasyonê em bang li hemû jinan dikin ku li dijî şideta ku dewleta mêr afirandiye dengê xwe bilind bikin. Ez dibêjim azadî li kêleka hemû jinan e."