Di doza cinayetê de 9 xizmên serokê AKP'î 4 sal in nehatin zevtkirin 2021-10-16 09:07:45 MÊRDÎN - 9 xizmên firar ên Serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç ku li Qoserê ji bo eraziyan kesek kuştibûn û 5 kes birîndar kiribûn, 4 sal in nehatine zevtkrin. Malbata mexdûr, anî ziman ku her 9 kes tên parastin.  Di 12'ê Kanûna 2017'an de li gundê Tiltiêmikê yê Qoser a Mêrdînê, ji bo eraziyan ferdekî malbata Kiliçê wesayîta malbata din guleberan kiribû û di gulebaranê de Ncmettîn Kiliç jiyana xwe ji dest dabû û 5 kes jî bi giranî birîndar bûbûn. Di lêpirsîna hat destpêkirin de 6 kes hatibûn binçavkirin û 9 kes jî nehatibûn dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de 2 kes hatibûn girtin û 4 kes jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Paşê derbarê 15 kesan de di Hezîrana 2018'an de îdianame hatibû amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Mêrdînê îdianameqebûl kiribû. Di îdianameyê de hat xwestin ku Osman Kiliç apê Serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç û Bekîr û Şukru Kiliç bi sûcê "kuştina bi qesdî" bên cezakirin.    4 SAL IN FIRAR IN   Xizmên Serokê AKP'a Mêrdînê Îhsan, Tahîr, Mûaz, Mehmet, Îsmaîl, Veysî, Îbrahîm, Suleyman û Mûstafa Kiliç 4 sal in hatine zevtkirin. Heya niha 11 danişînên dozê hatine lidarxistin û 2 kesên berê hatibûn girtin jî hatine berdan. Ferdên malbata mexdûr, diyar dikin ku 4 sal in 9 kesên firar tên "parastin û nayên zevtkirin.    ‘KESÊN FIRAR LI HERÊMÊ NE'   Osman Kiliç ku di êrişê de xizmê wî jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku di dema êrişê de hat xwestin ku hemû kesên di wesayîtê de bên qetilkirin. Kiliç, bilêv kir ku pismamê wî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye û piştî bûyerê 9 kes qet nehatine zevtkirin. Kiliç, diyar kir ku 4 sal in doza edaletê dikin û bihîstine ku kesên firar li herêmê ne, lê dîsa jî nayên zevtkirin.    WEZÎR SERDANA GUND KIR   Kiliç, diyar kir ku dadgeh tim tê taloqkirin. Kiliç, anî ziman ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul di çarçoveya "hevdîtinên edaletê yên ji bo mexdûran" serdana gundê wan kiriye û vê yekê wekî gefekê dihesibînin. Kiliç, da zanîn ku mala wan û kesên hatine berdan li ber hev in û li gund tên çewisandin û nikarin derkevin derve.   'TÊN PARASTIN'   Kiliç, ji bo negirtina 9 kesên firar got: "Di warê edaletê de fikarên me hene. Ez wisa difikirim ku ev kes tên parastin. Li herêma me gelek bûyer çêdibin. Tu herî zêde dikarî hefteyekê, 10 rojan xwe bidî alî. Lê paşê tu nikarî birevî. Bêyî alîkarî û hêzekê herî zêde tu dikarî salekê xwe bidî alî, paşê tu tê girtin. Yanî ger neyên parastin tên zevtkirin."    Kiliç, destnîşan kir ku wisa difikirin ku sedema negirtina kesên firar Serokê AKP'a Mêrdînê Farûk Kiliç e û tu ewleyiya wan tune ye û li cihê lê dixebitin jî ji ber zextên li ser kardêran ji kar tên derxistin.    MA / Ahmet Kanbal