Goristana Stîyan a 2 hezar salî hê jî li ser piyan e 2021-10-16 09:09:25 SEMSÛR - Girê Karakûşê ku wekî "Goristana Stîyan" jî tê binavkirin û tê texmînkirin berî zayinê di sedsala yekê de hatiye çêkirin, li benda serdêrên xwe ye.  Girê Karakûşê yê li navçeya Kolik a Semsûrê, tê texmînkirin ku beriya zayinê di sedsala yekê de hatiye çêkirin. Gir, bi kevirên li ser hev hatine bikeykirin hatiye çêkirin û tê gotin goristaneke aydê jinên malbata Mîrnişîniya Kommageneyê ye. Li ser sûtên hêla başûr ê gir peykerê qertelê û li hêla rojhilatê jî peykerên şêr û ga hene. Li ser stûnê li hêla rojavayê jî şikilê Keyê Duyem Mîthrîdates ê kurê Keyê Yekem ê Kommageneyê Antîochos û xwişka wî Laodîkeyê heye ku her duyan bi dest hev girtiye. Bilindahiya stûnan di navbera 10-20 metreyî de ye û li hêla Nymphea (Çemê Kolikê) û Chabînas (Cobarê Cendereyê) mêze dikin.     GORISTANA STÎYAN   Çend meh berê tomografiya gir hatiye kişandin û tê diyarkirin ku tê de 3 gor hene. Li gor nivîsa li ser stûnekî hatiye dîtin, gor ên Îsîas, dayika Mîthîdatesê Duyem, xwişka wî Atîochîs û biraziyya wî Akayê ne. Xebatên jeoradar û jeofizîkê yên li herêmê hatine kirin jî vê yekê piştrast dikin. Ji ber gorên li vir ji Girê Karakûşê re "Goristana Stîyan" tê gotin.    Ev avahiyên dîrokî yên du hezar salî hê jî li ser pêyan e û li benda serdêrên xwe ne. Lê belê hesinên li dor Girê Karakûşê hatine bicihkirin, zirarê didin tevna wê ya dîrokî.    MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can