Welatiyê gef lê hat xwarin giliyê polîsan kir 2021-10-16 09:10:15 MÊRDÎN - Selahattîn Ay ku nîşeyek û fîşekek di hundirê pêlava xwe de dîtin, diyar kir ku gef lê tê xwarin. Ay, anî ziman ku gelek caran serlêdan kirine, lê tiştek nehatiye kirin û giliyê polîsan kir.  Li navçeya Qoser a Mêrdînê welatiyê bi navê Selahattîn Ay (30), îdia kir ku di 4'ê Hezîranê de di hundirê pêlava xwe de nîşeyek û fîşekek dîtiye û piştî vê hin kesên çekdar ew nerihet kirine. Di nîşeyê de ev tişt hatiye nivîsîn: "Ev hişyariya me ya duyemîn e. Em ne rojeva vî welatî ne jî çarenivîsa wî, bi dest we kesên xwîna wan ne bi qurîşek bi qul, bera nadin. An hez bike an hez bike, dibe ku şevekê ji nişka ve bi hişyariya me ya sisêyan re rû bi rû bimînî." Piştî vê Ay haya polîsan pê xistiye û polîsan jê xwestiye bê qereqolê.    Piştî derbarê dosyeyê de biryara "lêgerîna daîmî" hat dayîn, Ay jî bi hinceta ku polîsên nehatine cihê bûyerê lêkolîn nekirine û peywira xwe paşguh kirine, li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê giliyê polîsan kir û têkildarî mijarê jî ji bo piştgiriya hiqûqî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê da.   ‘NEXWESTIN ÎFADEYÊ BIGIRIN'   Ay, bilêv kir ku di meha Hezîranê de rojeke ku neçûye kar pêlava xwe biriye temîrker û gava temîrker hewl daye pêlava wî çêbike, di hundirê sola wî de hin tişt dîtine. Ay, anî ziman ku gava li hundirê pêlavê mêze kirine, tê de nîşeyek û fîşekek dîtin û berê jî nîşeyeke bi vî rengî li ber deriyê malê dîtiye. Ay, diyar kir ku piştî nîşeya dudoyan dîtiye tirisyaye û ji ber vê telefonî polîsan kiriye ku bên cihê bûye, lê polîsa nehatine cihê bûye û gazî wî kirine ku were qereqolê.    Ay, anî ziman ku çûye Navenda Polîsan a Komarê ya Qoserê û polîsan jê re gotiye "Tiştek ji vê dernayê" û bi vî awayî nexwestine îfadeya wî bigirin. Ay, bilêv kir ku piştî israr kiriye, polîsan jê pirsiye ka têkiliyek wî bi partiyeke siyasş re heye yan û wî jî gotiye ew endamê HDP'ê ye û tam 6 saetan îfadeya wî nehatiye wergirtin.    Ay, diyar kir ku piştî îfade daye çûye malê û nobed girtiye û roja bûyerê bi şev li ber mala xwe çav bi wesayîteke nenas ketiye. Ay, destnîşan kir ku berê jî hin kesên çekda hatine cihê wî yê kar ê li bazara genim û xwe wekî qeraş dane nas kirine û ji ber vê ji bêgavî cihê karê xwe û mala xwe guherandiye. Ay, anî ziman ku ji ber vê dev ji karê xwe berdaye û çûye li ofîseke xizmê xwe dest bi kar kiriye û gava cardin ji bo îfadeyê çûye qereqolê polîsan jêr e gotiye: "Tiştekî em bikin tune ye. Jixwe dê dosyeya te têkeve nav ên kiryar nediyaran."    ‘BERPIRSIYAR DEWLET E'   Ay, anî ziman ku ji bo aqûbeta dosyeyê tevî parêzerê xwe çûye dozgeriyê û wiha domand: "Dozger got, 'Hatine mala te, li kamerayan mêze kirine.' Min jî got, kes nehatiye mala min. Min got, tu ewleyiya min tune ye. Dozger jî got, tiştekî ku bike tune ye û dosye tevli nav yên kiryar nediyaran bûye. Ji min re got, divê tu dosyeyeke nû vekî."    Ay, diyar kir ku ji bo dosyeyeke nû cardin serlêdan kiriye.    Ay, bilêv kir ku cardin îfade daye dozgerê nobedar û bi hinceta polîsan peywira xwe "binpê kirine" giliyê polîsan jî kiriye. Ay, got: "Ez nabêjim kesên gefan li min dixwin, midûriyeta polîsan e, lê ez wisa difikirim ku pêwendiya wan bi wan re heye. Ay, xwest dosye bê zelalkirin û got: "Ez dixwazim ev mesele bê helkirin da karibim rihet tevbigerim. Bi hezaran kurd bi awayekî kiryar nediyar hatine kuştin. Dibe ku ez jî têkevim nav wan, lê heger tiştek bê serê min berpirsiyarî di stûyê dewletê de ye."    MA / Ahmet Kanbal