7 kesên di 'operasyona' DAIŞ'ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-10-16 11:22:32   EDENE - 7 gumanbarên ku piştî di nava DAIŞ’ê de xebat kirin û vegeriyan Tirkiyeyê û li Edeneyê "di operasyonekê de" hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Edeneyê 7 kesên ku di operasyona li dijî DAIŞ'ê de, di 12’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Kirariyên miduriyeta polîsan ên 7 kesên ku hatibûn binçavkirin, temam bû. Endamên DAIŞ'ê yên sewqî edliyeyê hatin kirin, bi şertê kontrola edlî ji aliyê Dadgeha Ceza ya Silh a Nobedar ve hatin berdan.    Polîsan 7 kesên piştî li Sûriyeyê û Iraqê di nava DAIŞ’ê de xebat kirin û vegeriyan Tirkiyeyê, di 12’ê Cotmehê de binçav kiribûn.