Ji Doza Komkujiya Konyayê hevkariya dozger-çapemeniyê derket 2021-10-16 11:23:15 ENQERE - Di kuştina 7 endamên malbata Dedeogûllerî ya li Konyayê de hevkariya faîlan û dozger û çapemeniyê derket holê.  Faîlên ku di 12’ê adarê de hatibûn girtin bi rê û rêbazên ku dozgeriyê nîşanî wan da hatin berdan û ji çapameniyê re nûçeyeke dijber hatiye servîskirin. Kesên ku dozger wan berdan ji ber qetilkirina malbatê careke din hatin girtin.    Di 30’ê tîrmehê de li navçeya Meramê ya Konayayê, di encama êrişeke nîjadperest ku li dijî malbata Dedeogûllari pêk hatibûn de 7 ferdên malbatê jiyana xwe ji des dabûn. Hat hînbûn ku di nivîsên koma Whatsappê ya bi navê “Mahkeme” ku 18 gumanbarên Komkujiya Dedeogûllari di navbera xwe de ava kiribûn de dozger rê û rêbazan nîşanî gumanbaran daye. Koma ku mijara gotinê ye piştî êrişa di 12’ê gulanê de li dijî malbata Dedeogûllari pêk hatibû ji aliyê Alî Keleş ve hatiye avakirin. Di nivîsandinan de rewşa xizmên wan ên di êrişa 12’ê gulanê de hatine girtin, asta lêpirsînê, hûrgiliyên hevdîtinên bi parêzer û dozger re û her wiha nûçeya ku ajansa me di 10 tirmehê de çêkiribû û nûçeyên piştî wê hatine çêkirin cih digirin.    Di tevahiya nivîsandan de Alî Keleş, diyalogên di navbera parêzerên xwe û dozger de weke nîşeyên agahiyê radigihîne. Di nivîsandinan de tê diyarkirin ku Alî Keleş û hin ferdên malbatê xwe hem bi parêzerê xwe re hem jî bi tena serê xwe gelek caran bi dozger M.A. re hevdîtin kirine.    DOZGER RÊ Û RÊBAZAN NÎŞAN DIDE   Ji meha gulanê dema ku êrîşa pêşîn pêk hat û heta êrişa dawîn a di meha tîrmehê de pêk hatiye hin ji wan ragihandinên derbarê têkiliya bi dozger re wiha ne: Alî Keleş: Em bi parêzer re axivîn. Got, "Em bi dozger re bi awayekî taybet axivîn’, Ez jî li edliyeyê bûm. Me ji dozger re rewşê vegot û got ku ew ê her îtîrazê li ber çavan bigirin û ya ji destê wî tê wê bike.    Alî Keleş: Em ê bi kesên di hundir de ne re bicivin û aştiyê bipirsin. Em ê li ser tiştên ku dê bikin biaxivin û ji bo pêkhatiye aştiyê divê kesek sûc bigire ser xwe yan jî gilî were betalkirin.  Parêzer her roj di dîtina dozger de bi israr e. Ez bawer im wê Alî û Lutfî sûc bigirin ser xwe. Li benda randevûya bi dozger re ne ku îfadeyê bidin.    Alî Keleş: Bi parêzer re axivîm. Dibêjê, ‘Serê dozger gelek tevlîhe bûye’. Got heke berdana zû dixwaze divê 2 kes sûc bigirin ser xwe. Heke dosya îro careke din bê ber destê dozger ez ê bi dozger biaxivim.    Ber bi dawîbûna nivîsandinan de tê diîtin ku Yahya Çelîk û Velî Keleş di 9'ê tîrmehê de piştî hevdîtinên bi dozger re hatin berdan û du kesan sûc girtiye ser xwe. Agahiya berdanê di nivîsandinan de jî derbas dibe.    KESÊ DEREWKAR   Beriya biryara berdanê di nivisandinan de tê dîtin ku malbat ketiye nav lêgerînên şahidên derewkar. Di 16 'ê Hezîranê de ev îfadeyên Ramazan Çalik cih digirin: “Ji bo îfadeyê bide dozger me weke şahidekî bêalî kekê Ahmet ê şîrfiroş bir. Bûka me Ayşe diyar kir ku bûyer di rê de çêbûye û tiştekî di destê wê de tune ye.   'EGER ROJNAMEVANÊN NAS DIKE HEBIN BILA NÛÇEYA BEROVAJÎ VÊ ÇÊBIKIN’   Alî Keleş lînka nûçeya me di 10’ê tîrmehê de ya derbarê bûyerê de li komê bar dike û ev tişt dibêje: “Hewl didin bûyerê ji medyayê re ragihînin. Ev çîrok îro hate parvekirin. Raya giştî ava dikin. Ji bo niha di hesabên nûçeyên PKK'ê de parve dikin. Ez hêvî dikim ku medyaya neteweyî jî wiha ranegihîne. Ya rast, heke tu rojnamegerekî nas bikî, çêtir e berovajî vê bikin. Parêzer dibêje, ev nûçe gelekî aciz e. Wî jî got ku 'heke dadger ev çîrok bixwenda, me yê ev her du kes pir bi zehmetî derxistina.”   NÛÇEYA BIFERMAN A SABAHÊ   Alî Keleş lînka nûçeya rojnameya herêmî Pûsûla ya di 12’ê tîrmehê de çêkiribû jî di komê de parve dike û ev tişt dibêje: “Nûçe li her derê belav dibe. Em ê vê pûsûlayê rakin. Rojnameya herêmî ye jî." Alî Keleş piştî du rojan ji komê re got, "Eger em kesekî nas bikin, çêtir e berevajî vê bike."Piştî du rojan dîsa ji komê re ev tişt dinivisîne: “Nûçeya ji bo me hem jî du nûçe. Hem jî çapemeniya neteweyî Sabah.” Nûçeya Sabahê ya “Gotin şerê tirk-kurdan! Rastî tiştekî din derket” parve kir.    MA / Zemo Aggoz