Fehîme Poyraz ji bo mîtînga jinan bang kir 2021-10-16 11:39:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilirin Fehîme Poyraz, ji bo mîtînga ku îro li Amedê bê lidarxistin peyameke bi dîmen şand û got: "Em tenê aştî û azadiyê dixwazin."     Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), îro wê bi dirûşmeya "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" li Qada Îstasyonê ya Amedê saet 13.00'an mîtînga herêmê bê lidarxistin. Ji her bajarî jin berê xwe dane Amedê.    Ji bo mîtîngê dayika Denîz Poyraz a ku li Îzmîrê di encama êrişa li dijî  avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hat qetilkirin Fehîme Poyraz peyameke bi dîmen şand û ev bang li jinan kir: "Ez hêvî dikim ku îro Qada Îstasyonê tijê bibe. Bila êdî jin neyên kuştin, aştî û azadî bê vî welatî. Ez qirkirina jinan şermezar dikim. Serkeftin wê bibe ya jinan."