Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de nerazîbûna li dijî tecrîdê 2021-10-16 12:38:26 STENBOL - Parêzeran, di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de, bi pankartan, bertek nîşanî tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser kurdî dan.    Bi hezaran parêzerên ku endamê Baroya Stenbolê ne ji bo diyarkirina rêveberiya xwe ya nû îro li Navenda Kongreyê ya Halîçê hatin cemhev. Gelek kom û namzedên serbixwe ku di nava wan de Serokê niha Mehmet Dûrakoglû, namzetê Tevgera Bilindbûnê ya Koma Hiqûqnasên Hemdem Hasan Kiliç, namzetê Koma Mafên Parêzeran Gokhan Ahî, namzetê Koma Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaz (ODAV) Sezîn Ûgûr, namzetê Koma Parêzerên Serbixwe Î. Şadî Çarsancakli, namzetê Koma Parêzerên Hemdem Ata Yazicioglu û namzetê Koma Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz Îlke Işık jî hene, wê ji bo serokatiya baroyê bikevin pêşbirkê.    BERTEK NÎŞANÎ TECRÎDÊ DAN   Beriya Lijneya Giştî, li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li ser kurdî, li eywanê pankart hatin daliqandin. Parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) pankartên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye”, “Binesaziya hiqûqî ya Metîn Feyzîoglû yê gotibû ‘Binesaziya zimanê kurd û pirzimanî nîne’ tune ye” û “Zimanê me rûmeta me ye” daliqandin. Li aliyê din pankarta “Peymana Stenbolê dide jiyîn” jî hat daliqandin.   BERNAME   Tê payîn ku Lijneya Giştî bi axaftina vekirinê ya Serokê Baroyê yê niha Mehmet Dûrakoglû dest pê bike. Piştî hilbijartina endamên Dîwana Serokatiya Lijneya Giştî, roja yekemîn a lijneyê wê bi axaftina namzetan bidome. Di roja duyemîn a lijneyê de jî wê ji bo rêveberiya nû sindoq bên danîn.