Ji bo girtiyê 12 caran emeliyat bûye banga berdanê hat kirin 2021-10-16 13:58:05   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyê nexweş ê giran Adem Amaç ku 12 caran emeliyat bûye, daxwaza taloqkirina ceza kir.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 371'emîn de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist. Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Nûray Çevîrmen, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa yek ji girtiyên nexweş ên giran Adem Amaç ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Afyonê girtî ye. Çevîrmen, da zanîn ku di nameya ku ji aliyê Amaç ve hatiye şandin de tê diyarkirin ku di zikê wî de 3 birînên vekirî hene, her tim xwîn û îltihab ji wan diherike û pêwistiya wî bi emeliyatê heye, lê tevî ku gelek caran rakirine nexweşxaneyê jî nehatiye emeliyatkirin.    ‘TEDAWIYA WÎ NAYÊ TEMAMKIRIN’   Çevîrmen, bi lêv kir ku Amaç ji sala 2007’an ve di girtîgehê de ye û ev tişt gotin: “Beriya 14 salan di encama birîndarbûnê de di organên wî û masûlkeyên wî de xesareke cidî pêk hatiye, pişt re emeliyatên kolostomî, gnastamoz û protestîk derbas kirin. Her wiha ji ber enfeksiyon û abseyên piştî van emeliyatên giran bi pêş ketin, di hin dîrokên cuda de 12 caran emeliyat bû.” Çevîrmen, da zanîn ku tevî emeliyatên giran ên ku Amaç derbas kirin jî tedawiya wî neqediya ye û anî ziman ku ji ber qelsî û werimîna zikê wî, ew di rûniştina xwe de pirsgirêkan dijî.”   DAXWAZA BERDANA WÎ RED KIRIN   Çevîrmen, bi lêv kir ku Amaç, di Nexweşxaneya Nûmûne ya Edeneyê de emeliyateke cidî derbas kir û ji ber enfeksiyona di encama emeliyatê de çêbûyî, di zikê wî de qulik hatine vekirin û ji ber demekî dirêje ji van qulan îltîhab tê, birînên wî qet nayên girtin. Çevirmen, diyar kir ku ligel daxwaz kirin Amaç emeliyatên mayî bi malbata xwe re li derve bibe, daxwaza taloqkirina cezayê wî kiribin jî li dijî daxwaza wî ya mafdar tu encamên erênî negirtine.   JIYANA WÎ DI BIN RÎSKÊ DE YE   Çevîrmen, anî ziman ku ji ber emeliyatên Amaç derbas kirin jiyana wî di bin rîskê de ye û wiha axivî: “Divê beyî dereng mayînê emeliyatên wî bên kirin. Ji bo ku bi malbata xwe re di nava şert û mercên tenduristtir de were dermankirin, divê xebatên pêwîst bên kirin.”